Moskov ji ber rewşa Efganistanê bi fikar e

Nûnerê serokê Rûsya yê taybet bo Efganistanê Zamir Kabulov got Moskov ditirse ku DAIŞ tevlîheviya ji ber şerê li bakurê Eganistanê bi kar bîne.

Moskov ji ber rewşa Efganistanê bi fikar e
14 tîrmeh, 2021   11:28
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê serokê Rûsya yê taybet bi Efganistasnê û rêveberê beşê Asya ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zamir Kabulov bi daxuyaniyeke çapemeniyê wiha got: “Rûsya ditirse ku endamên rêxistina DAIŞ`ê tevlîheviya ji ber şerê li bakurê Efganistanê bi kar bînin. Ev mijar ji bo me gelek girîng e.”

Her wiha daxuyand ku endamên Tevgera Talîban ku vê dawiyê gelek herêmên li bakurê Efganistanê xistin bin kontrola xwe, wekî “dijminên DAIŞ`ê” tên hesibandin.

Şerê di navbera tevgera Talîban û hêzên hikumeta Efganistanê de dewam dike. Talîbanê di hefteyên dawîn de gelek herêm bi dest xist.

Hemwextî destpêkirina vekişandina hêzên Amerîka ji Efganistanê, rewşa li Efganistanê xirabtir dibe. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov vekişîna hêzên Amerîkayê wekî mikuhatina Amerîka bi têkçûna xwe li Efganistanê, bi nav kir.

(cx)