'Berxwedana 14`ê Tîrmehê berê û niha jî meşaleya rêya têkoşînê ye'

Bi çalakiyên cuda, şêniyên kantona Qamişlo salvegera 39`emîn a Berxwedana 14`ê Tîrmehê li girtîgeha Amedê bi bîr anîn û da zanîn ku Berxwedana 14`ê Tîrmehê berê û niha jî meşaleya rêya têkoşînê ye.

'Berxwedana 14`ê Tîrmehê berê û niha jî meşaleya rêya têkoşînê ye'
'Berxwedana 14`ê Tîrmehê berê û niha jî meşaleya rêya têkoşînê ye'
'Berxwedana 14`ê Tîrmehê berê û niha jî meşaleya rêya têkoşînê ye'
'Berxwedana 14`ê Tîrmehê berê û niha jî meşaleya rêya têkoşînê ye'
'Berxwedana 14`ê Tîrmehê berê û niha jî meşaleya rêya têkoşînê ye'
'Berxwedana 14`ê Tîrmehê berê û niha jî meşaleya rêya têkoşînê ye'
'Berxwedana 14`ê Tîrmehê berê û niha jî meşaleya rêya têkoşînê ye'
14 tîrmeh, 2021   13:13
 QSMIŞLO

Îro salvegera 39`emîn a Berxwedana 14`ê Tîrmehê ya li zindana Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye. Ji bo vejandina vê rojê, li kantona Qamişlo çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi vê boneyê, şêniyên navçeya Girkê Legê vê sibehê ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest bi meşê kir. Meşvanan pankertên “Bi rihê Berxwedana 14`ê Tîrmehê em  têkoşîna Avaşîn, Zap û Metîna silav dikin” rakirin.

Meş li navarasta navçeyê veguherî mîtîngê. Li wir bi navê Meclisa Gel a Girkê Legê Xelî Berho wiha axivî: “Berxwedana dîrokî ya di 14`ê Tîrmehê de hate raberkirin, ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku ew berxwedan rêya têkoşînê ronî kir.”

Xelîl Berho diyar kir ku berxwedana Zindana Amedê hişt ku ew têbigêjin ku rêya tekane ya bidestxistina azadiyê berxwedan e.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana 14`ê Tîrmehê ya Zindana Amedê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Têkildarî heman mijarê, Meclisa Malbatên Şehîdan a  navçeya Tirbespiyê merasîma bîranîna 25 şehîdên pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên navçeyê li dar xist. Her wiha şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmehê jî bi bîr xistin. Merasîm li hola Siyahî ya bakurê Tirbespiyê bi beşdariya şêniyên navçeyê li dar ket.

Merwsîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Her wiha malbatên şehîdan li ber wêneyên şehîdan mûm vêxistin. Piştre sînevîzyonek der barê perspektîfên rêber Abdullah Ocalan de têkildarî rola şehîdan di şoreşê de hate pêşkêşkirin.

Yek ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê, Klara Edîsa destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava kir û ji bo parastina ax û gelê xwe berdêlên buha dan.

Klara soza domandina rêya berxwedanê yên ku şehîdan bi xwîna xwe xêz kirin da.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehîdan hat xwendin û radestî malbata şehîdan kirin.

TIL BIRAK

Ji aliyekî din ve, Meclisa Navçeya Til Birak civînek li dar xist. Şêniyên navçeyê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî tev li civîna li hola şehîdan hatiye lidarxisitn bûn.

 Civîn bi deqeyekê rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê dest pê kir. Piştre Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb wiha axivî: “Berxwedana 14`ê Tîrmehê dirûşmeya Berxwedan jiyan e, ji xwe re esas girt da ku li hemberî faşîzma dewleta Tirk ya li ser kuştin û komkujiyan hatiye avakirin, bisekinin. Wan berxwedêran em fêrî têkoşîn, berxwedan û xweragiritinê kirin.”

Silêman Ereb di dawiya axaftina xwe de got ku Berxwedana 14`ê Tîrmehê ji beriya vê û heta niha meşaleya rêya têkoşînê bû, ku bi saya şoreşa civaka azad hate avakirin.

(cx, dx)

ANHA