Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 11 kesên din bi Koronayê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11 kesên din bi Koronayê ketin
14 tîrmeh, 2021   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku kesên bi vîrusa Koronayê ketine,  7 mêr û 4 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 1

Qamişlo: 4

Tebqa:5

Kampa Holê: 1

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 18 hezar û 574 kes; ji wan 764 kes jiyana xwe ji dest da û hezar û 881 kes baş bûn.

(dm)