Dagirkeran 25 malên gundekî navçeya Şera ya Efrînê rûxandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî 25 malên gundê Qurtqulaqa Mezin ê girêdayî navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî, rûxandin.

Dagirkeran 25 malên gundekî navçeya Şera ya Efrînê rûxandin
14 tîrmeh, 2021   09:41
ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ji gundê Qurtqulaqê ku ji tirsa dagirkeran nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa me re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî 25 malên şêniyên gund, kargeheke zeytûnan a gund û dikanên bazirganiyê bi rêya treksan, rûxandine.

Çavkanî daxuyand ku artêşa dagirker û çeteyên wê gef li şêniyên gund xwarine da ku bêdeng bin û rûxandina mal û milkên şêniyan eşkere nekin. Her wiha piştrast kir ku şêniyên gund piştî dagirkirina Efrînê rastî sûc û binpêkirinên mezin hatin.

Çavkanî navên hin kesên ku malên wan hatine rûxandin eşkere kir, navên wan wiha ne: “Ekrem Tahir, Rifet Şebab, Şêx Menan Hec Mûrad, Berekat Elî Berekat, Henan Ebû Riyad” her wiha kargeha zeytûnan a Hec Mûrad e.”

Di dîmenekî de malên gundê Qurtqulaqê ku dagirkeran rûxandine, diyar dibin.

Dagirkeriya Tirk li dijî sivîlên Efrînê sûcên herî xirab wekî kuştin, revandin, îşkencekirin, tecawizkirin, bac, avakirina avahiyên mêtîngeriyê, rûxandina cihên dîrokî, birîn û şewitandina darên zeytûnan û dizîn û talankirina berheman, pêk anîn. Saziyên navneteweyî yên mafên mirovan li hemberî van sûcan xwe ker, kûr û lal kirine.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KYoSTWPTP4U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>