Çandina garis li herêma Cizîrê zêde bûye

Îsal cotkarên herêma Cizîrê bi awayekî zêde garisan çandin û bi pêşketina çandiniya wê kêfxweş in. Lê ji ber kêmbûna avê çandina garis li herêmên derdora geliyê Firatê jî paş ketiye.

Çandina garis li herêma Cizîrê zêde bûye
14 tîrmeh, 2021   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN – RÊNAS REMO – EHMED EL-ESAF

Îsal çandina garis li geliyê Firatê kêm bûye û ev yek, jî ji ber ku dewleta Tirk rêjeya ava çemê Firatê ku ber bi xaka Sûriyê ve diherike, pir kêm kiriye. Di salên borî de herêmên Sûriyê yên zêdetir ku berhemên garis jê derdiketin, geliyê Firatê bû. Lê li herêmên Cizîrê cotkar bi awayekî zêde berê xwe didin çandina garis.

/ar/uploads/files/2021/07/14/063841_dsc_0147.webp

Garisê zer ji ber giringiya wî di aliyê aborî de, li cîhanê xwedî girîngiyeke. Nexasim garisê zer dikeve gelek xwarinan û zeyt jî jê derdikeve.

Axa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çandina garis bi cûreyên wê yên zer û spîm guncav e.

Îsal cotkarên Herêma Cizîrê berê xwe dane çandina garisê spî da ku weke elef ji sewal û mirîşkan re were bikaranîn, nexasim piştî salek ji zûhabûn û kêmbûna elefên din weke genim û ceh û bilindbûna buhayê wan.

Garis bi du şêwazan tê çandin; a yekemîn di demsala buharê de bi awayekî bejî tê çandin û sûdê ji baranê digire yan jî li ser qiraxên çeman tê çandin û ya duyemîn avî ye û di meha Hezîranê de tê çandin, lê pêdiviya wê bi ava zêde û germahiyê heye.

RÊVEBERIYA XWESER DESTEKÊ DIDE COTKARÊN KU GARIS DIÇÎNIN

Îsal Rêveberiya Xweser destek da cotkaran û bi vê yekê hewl dide çandinî bi awayekî giştî pêş bixe ji wan jî garis. Saziya zêdekirin û tovan bi rêya pêşkêşkirina tov û mazotê destek da cotkaran da ku cotkar karibin zeviyên xwe av bidin û semad jî li wan belav kir.

Li gor serjimariya Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Qamişlo ku rûbera çandina garis gihîşt hezar û 50 donim û qeydkirin didome.

/ar/uploads/files/2021/07/14/063754_dsc_0164.webp

Cotkarê bi navê Hesen Mehmûd Dawûd ê ji şêniyên gundê Xezna yê girêdayî navçeya Tirbespiyê, îsal 25 donim ji zeviyê xwe bi garisê spî çandine. Hesen Mehmûd destnîşan kir ku wî garisê spî çandiye da ku weke elef sûdê jê bigire.

Hesen Mehemûd Dawûd diyar kir ku Rêveberiya Xweser destek da çandina garis û vê yekê hişt ku rûbera çandina garis îsal zêde bibe û destekdayîna zêde dê bihêle ku di nava salên pêş de rûberên çandiniyê zêdetir bibe.

ÇANDINIYA LI GELIYÊ FIRATÊ PAŞ KETIYE

Îsal li geliyê Firatê çandina garis paş ketiye. Ev jî piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê qut kir, pêk hat. Cotkaran ji bo avdana garis, ava çemê Firatê bi kar dianîn. Bi vê yekê cotkarên geliyê Firatê zehmetiyan di zeviyên avî û bejî de dikişînin.

/ar/uploads/files/2021/07/14/063651_hlal-alaklh.webp

Cotkarê bi navê Hîlal El-Ugle yê ji gundewarên bakurê Reqayê wiha got: "Mewsima garis li gundewarên Reqayê mewsimekî sereke ye. Ji ber berhemên wê ji cotkaran re baş. Her wiha destekdayîna komîteya çandiniyê û girîngiya wê ya îsal jî baş e.".

El-Ugle destnîşan kir ku îsal çandinî bi awayekî zêde paşde ketiye û ew jî ji ber metirsiya cotkaran ji berdewama kêmbûna ava çemê Firatê ye.

El-Ugle diyar kir ku piraniya cotkarên herêmê berê xwe dane çandiniyên din weke zebeşê sor, zebeşê tovan, kuncî û baqil, ji ber pêwîstiya van berheman zêde bi avdanê tune ye.

El-Ugle got par 30 donim ji garis çandibû, lê îsal tenê nîvê wê rûberê kêmtir çandiye

/ar/uploads/files/2021/07/14/063628_mhmd-alrjb.webp

Hevserokê Nivîsgeha Irşadê ya Komîteya Çandiniyê û Avdanê li Reqayê Mihemed El-Receb bal kişand ser plana çandina du mewsiman di heman erdî de û got, plan ew e ku ji sedî 20 ji rûpîvana erdên çandiniyê ji bo çandiniya du mewsiman were dayîn, da ku mazot û semadê bidin wan.

El-Receb diyar kir ku ruxset bi rêya komeleyên cotkaran tê dayîn.

El-Receb anî ziman ku îsal hewl didin çandina garis li herêmê kêm bikin û ev jî ji ber kêmbûna avê ye, ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Firatê qut kiriye.

Têkildarî pêşkêşkirina madeya mazotê Mihemed El-Receb got her 1 donim ku bi rêya alavan tê avdan 70 lître mazot tê dayîn, heger bi rêya bîrên tirwazî be ji her 1 donimî re 120 lître mazot derdikeve. Her wiha ji bo terektoran da ku cot bikin 10 lître ji her 1 donimî re tê dayîn.

'TOV BAŞIN Û NAVEND JI BO WERGIRTINÊ AMADE NE'

/ar/uploads/files/2021/07/14/063611_slman-barwdw.webp

Hevserokê Desteya Çandinî û Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo têkildarî mijarê ji ANHA`yê re piştrast kir ku girîngiya berhemên garis di aboriya herêmê de pir mezin e û asta wê jî piştî genim û pembo tê.

Selman Barûdo destnîşan kir ku li herêmê 3 navend ji bo wergirtina berhemên garis hene û ew jî li Reqa, Cizîrê û Dêrazorê ne.

Selman Barûdo wiha domand: "Me ji komîteyên çandiniyê re gotiye vê piştgiriya vê berhemê bi rêya semad, mazot û tovan, bikin. Dê ew yek jî bi rêya saziyên zêdekirina tovan û hevpeymana bi saziyê re pêk were û dê sazî jî tevahî pêdiviyên çandiniya garis bi deyn heta çinîna berhemê bidin."

Barûdo got wan tovên baş ji dewletên Ewropayê wergirtin nexasim Serbiya û ev garis ji cûreyê zeytê ye. Dê ew garis di kargeha zeytê de ku li herêma Cizîrê hate vekirin, were bikaranîn.

Tê zanîn ku li geliyê Firatê di salên borî de berhemê her 1 donim ji garis gihîşt tonek û 300 kîlo.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HpqRbJNbQXs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>