Qeter bi rêya çapemenî û piştevaniya terorê li roleke mezin digere

Ji destpêka "Buhara Erebî" ve, Qeter bi hevkariya dewleta Tirk desteka aborî, ragihandinî, leşkerî û hwd dide komên terorîst û îslama siyasî. Di du salên dawî de jî di koşeyekê de maye û bi piştevaniya bi terorê re tê tawanbarkirin. Rewşa Qeterê ber bi ku derê ve diçe, gelo wê ji cezayan xilas bibe?

Qeter bi rêya çapemenî û piştevaniya terorê li roleke mezin digere
14 tîrmeh, 2021   06:18
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Di vê raporê de, em ê balê bikişînin ser rola Qeterê ya ji nişkê ve ya têkildarî avakkirina tore û komên terorîst di bin sîwana îslama siyasî de li herêmên Ereb û Rojhilata Navîn, çawa Qeterê bi rêya van koman roleke herêmî ya mezin wergirt û bi wê re hewl da desthilatê li pêşeroja gelek dewletên Ereb bike, rewşên ku bûne sedem ku rola wê li gel mezinbûna rola Îmarat, Erebistana Siûdî û Misirê bi paş keve, hişyarbûna dewletên rojavayî ji îslama siyasî û piştgirên wê û rewşa sînaryoyên li ser pêşeroja dewleta Qeterê.

MEZINBÛNA QETERÊ

Tevî ku Qeter fermî alîgiriya selefiyan dike û xwedî dibistaneke henbelî ya îslamê ye, lê têkiliyên xurt bi tevgera Îxwan El-Muslimîn re danî, nexasim dema ku endamên koma Îxwan El-Muslimîn di salên 50 û 60’î de ji Misirê û di 1982’yan de ji Sûriyê reviyan û gelek ji wan ku li Qeterê bi cih bûne.

Ji bo îxwanê misirî yên navdar Yûsif El-Qerdawî yê ku ji destpêka salên 60’î yên sedsala borî ve li Qeterê dimîne û gelek îxwanên dîtir bernameyeke di kanala Al-Jazeera ya di 1996'an de hate damezirandin hate dayîn da ku xîtabên xwe bikin.

Qeterê ji mehên destpêkê yên "Bihara Ereban" derfet girt da ku roleke pêşeng li herêmê bilîze. Lê ev sûd ji têkiliya xwe ya xurt bi komên terorî û îslama siyasî bi taybet koma Îxwan El-Muslimîn re wergirt.

Ev yek bi rêya kanala Al-Jazeera ku di nava ereban de belav bû pêk anî. Di destpêkê de ji bo destwerdana navneteweyî li Lîbyayê sala 2011’an xebitî, piştre hewl da hikumeta Şamê hilweşîne û dûvre piştgiriya siyasetên dewleta Tirk ên li herêmên Ereb û cîhanê kir.

Têkildarî vê yekê, Lêkolînerê Navneteweyî û Ewlehiya Herêmê Dr.Xalid Elî Ebdulxaliq ji ajansa me re axivî. Ebdulxaliq wiha got: "Dema Hemed Bin Xelîfe Al Sanî piştî darbaya li dijî bavê wî ya di 1995’an de çêbûye hatiye ser desthilatê, desthilatên Qeterê hewl dida rolekê li herêmê bilîze bi taybet li Kendava Ereb û piştre li herêma Ereb, lê ji bo vê yekê têkiliya xwe bi hemû aliyan re xurt kir, bi taybet kom û şepêlên îslama siyasî li herêmên Ereb."

Li gorî Ebdulxaliq, "Mîrê Qeterê ji vê yekê sûd wergirt ku di wan deman de destûr hat dayîn ku kom û şepêlên îslama siyasî xebata xwe ya siyasî li dewletên Ereb bikin. Her wiha koma Îxwan El-Muslimîn ku li Misirê bû û xebata siyasî dikir û di 2005’an de beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bû û 88 danişt wergirtin, her wiha li Urdin, Mexrib û dewletên din ên Ereb wê komê xebata siyasî dikir û piştre mîrê Qeterê têkiliyên xwe bi wan rêxistinan re xurt kirin."

LÎBYA…FÎNANSEKIRIN Û DAGIRTINA WELAT BI MILÎSAN

Ji destpêka şoreşa 17’ê Sibata 2011’an ve Qeterê piştgirî û destek da komên terorîst ên li Lîbya, desteka aborî û çek pêşkêşî wan kir, miqdara pereyên ku Dewhayê ji destpêka 2011’an ve dane van koman gihaşt nêzî 750 milyon euro.

Raporeke hiqûqî ji Lahay ya Hollandayê  ku sala 2019’an hate derxistin, piştgiriya Qeterê ya bi çek û pereyan û veguhastina wan bi rêya keştî û balafiran ji komên terorîst ên li Lîbyayê piştrast kir.

Li gorî texmînan, Qeterê nêzî 750 milyon euro dane komên terorîst ên li Lîbyayê; alîgirên şerîa yên qedexekirî, Meclisa Şêwirê ya Çekdarên Binxazî, Meclisa Şêwirê ya Mucahidên Derne û Saraya Parastina Binxazî.

Di 2020’an de kovara Foreign Policy a amerîkî gotarek li ser siyasetên Qeterê li herêmê belav kir û tê de piştgiriya Qeterê ya ji komên tundraw û biçkirina wan eşkere kir.

Kovara Foreign Policy a di gotarek bi sernavê "Tawanên li dijî Qeterê nayên hejimartin...lê belê nimûneyek ji wan têrê nexşekirina wêneyekî dike" de siyasetên Qeterê li herêmê bi wêrankirinê û piştgiriya têkirina ewlehî û aramiyê wesif kirin.

Li gorî raporê, Qeter Bihara Ereban veguherand derfetekê ji bo belavkirina tundrawiyê, ew jî bi rêya piştgiriya îxwan û serokên wan li Misirê û piştre zirar gihand rewabûna serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî.

Ji wê zêdetir jî, Qeter li Lîbya û Sûriyê rasterast piştgirî da komên çekdar ên tundraw û ew yek jî bi siyasetên Amerîkayê re nakok e.

Di peyameke postê ya wezîra Karên Derve ya Amerîkayê ya berê Hillary Clinton de hat eşkerekirin ku komên terorîst ên li Lîbyayê yên girêdayî Rêxistina El-Qaîde çek ji Qeterê wergirtin,  ev jî bi erêkirina DYA’yê ya biçekirina van koman da ku rejîma Muemer Qezafî hilweşînin, pêk hat.

Di peyameke Hillary Clinton a Mijdara 2012’yan de ku serokê berê yê Amerîkayê Donal Trump eşkere kiriye, rêveberiya Barack Obama ji bo erêkirina şandina çekan ji tundrawên li Lîbyayê re şaştiyeke mezin kiriye.

SÛRIYÊ…PIŞTEVANIYA YEKSER JI TERORÊ RE BI RÊYA CEBHET EL-NUSRA

Bi destpêka şoreşa Sûriyê re, Qeterê destwerdan kir da ku hikumeta Şamê hilweşîne. Di wê demê de ji serokatiya Komkara Ereb sûd wergirt, bi wê re wezîrê karên derve yê Qeterê Hemed Bin Casim ji kesên herî sereke bû ku rêveçûna Ereb û herêmê têkildarî Sûriyê tev digerand.

Rola Qeterê ne tenê dîplomasî bû, lê belê Dewhayê bi hevkariya dewleta Tirk re piştgiriya komên terorîst mîna Cebhet El-Nusra ya di lîsteya terora navneteweyî de ye kir.

Li gorî doza ku 8 penaberên sûrî ji dadgeha bilind a Londonê re rakiriye, di Tebaxa 2019’an de rojnameya Times a brîtanî eşkere kir ku banka Dewhayê ji bo şandina pereyan ji komên terorîst ên li Sûriyê re rû bi rûyî tawanan e.

Rojnameyê da zanîn ku 2 birayên dewlemend ku nivîsgeha wan li Londonê ye bi bikaranîna hesabên li banka Dewhayê hatin tawanbarkirin. Ew her du bira bi şandina miqdarên mezin ên pereyên ji Cebhet El-Nusra ya girêdayî Rêxistina El-Qaîde re di dema şerê Sûriyê de hatin tawanbarkirin.

Di 2020’an de polîsên têkoşîna li dijî terorê ya Brîtanya dest bi lêpirsîneke nû kir ku tê de hat eşkerekirin ku 2 berpirsên qeterî di astengkirina rêveçûna edaletê de beşdar in û kesên xwesteka tawîzê di doza piştgiriya banka Qeterê ya ji koma "Cebhet El-Nusra" re kirin de ditirsînin.

Di Gulana borî de, serçeteyê Cebhet El-Nusra yê ji Mexribê Îsam El-Hena ê bi Ebî Mensûr El-Mexrîb tê naskirin û li Iraqê hate girtin, ev tawan piştrast kir.

Li gorî rojnameya El-Qeda El-Iraqî ya girêdayî Meclisa Dozgeriya Bilind a Iraqê, El-Hena têkiliyên xwe bi aliyên derve yên Qeterê re ku piştgiriya rêxistinê dikin eşkere kir, jê jî qeteriyê bi navê Xalid Silêman ê ku mehane milyonek dolar ji Cebhet El-Nusra re dişand.

Girêdayî mijarê, wênekêşekî rojnameger ê amerîkî ku di dawiya 2012’yan de ji hêla Cebhet El-Nusra ve li Sûriyê hat revandin, li dijî banka Qeterê ya îslamê dozek rakir dadgeha federal a Florida û ew bi piştgiriya revandiyan tawanbar kir.

Di 2020’an de, Saziya Parastina Demokrasiyê ku paytexta Amerîkayê Washingotonê navenda wê ye di raporeke xwe de rola Qeter û dewleta Tirk a ji destpêkirina krîza Sûriyê ve di piştgirî û fînansekirina rêxistinên terorîst de belge kir.

Di raporê de hat xuyakirin ku hevalbendiya Qeter, dewleta Tirk û Cebhet El-Nusra ya ku berdewama Rêxistina El-Qaîde li Sûriyê ye, hişt ku Cebhet El-Nusra li hin hermên Sûriyê destkeftiyên meydanî bi dest bixe.

Di vê hevalbendiyê de yê ku hişt Qeter bibe fînansekar û Tirkiyê bibe dergeh, bi wê pere û çekên qeterî bi rêya sînora Tirkiye-Sûriyê re ji Cebhet El-Nusra re hatin şandin.

Di raporê de bala herî zêde li hevalbendiya tundraw hat kişandin, ew jî dewleta Tirk, Qeter û Cebhet El-Nusra ye.

Vê hevalbendiyê bi hin komên çekdar re rêxistina Ceyş El-Fetih a bi serkêşiya Cebhet El-Nusra di 2015’an de ava kir ku li dijî hikumeta Şamê şer bikin.

Li gorî raporê, avakirina Ceyş El-Fetih bi navbeynkariya Qeter û hewldana dewleta Tirk pêk hat û diyar dike ku ne ji piştevaniya qeterî-tirkî bûya rêxistina terorî nikarî destkeftiyên meydanî li Sûriyê bi dest bixista.

TERORA BI PIŞTGIRIYA QETERÊ GIHAŞT SOMALÊ

Terora bi piştgiriya Qeterê gihaşt Somalê jî. Li ser vê yekê rojnameya New York Times a amerîkî li ser naveroka axaftina bi telefonê ya di navbera balyozê Qeterê yê li Somalê û efserê îstîxbarata Qeterê de ku bi rola karsazan dixebite eşkere kir. Di axaftinê de hat eşkerekirin ku destê Qeterê di teqîna 2019’an ku li berava Bosaso ya Somalê çêbûye de heye.

Raporên ewlehî yên amerîkî di demeke berê de piştrast kir ku destê Qeterê di piştgiriya tevgera ciwanên terorî yên li Somalê de heye.

Kesên naskirî yên piştgiriya terorê dikin li Qeterê bi awayekî azad rola xwe di piştevaniya tevgera girêdayî rêxistina El-Qaîde û DAIŞ’ê de dilîzin.

Li gorî rapora Wezareta Xezîneya Amerîkayê, di serî de qeteriyê bi navê Ebdurehman Bin Umêr El-Niêmî  têkiliya wî bi serokê Tevgera Ciwan Hesen Uweys re xurt e.

Li gorî raporê, El-Niêmî di 2012’yan de nêzî 250 hezar dolar ji serokên tevgerên terorîst re şandin.

Li aliyekî din jî belgeyên bi dizî derketine ku malpera WikiLeaks belav kirin, destnîşan kir ku balyoza Amerîka ya berê ya NY’yê Susan Rice di 2009’an de ji dewleta Tirk xwest ku fişarê li Qeterê bike ku piştgiriya tevgera ciwanan rawestîne.

Li gorî belgeyê, Susan Rice got piştgirî bi rêya şandina pereyan ji Somalê bi rêya Eritreya pêk dihat.

Piştî ku Qeterê bi rêya çapemenî û piştgiriya madî û siyasî kir komên îslama siyasî û Îxwan El-Muslimîn ên li Misir û Tevgera El-Nehde ya Îxwanî li Tunisê gihaştin desthilatê.

Di wê demê de Qeterê bi miqdarên mezin ên pereyan û îstîsmarê dest da ku îxwnana hate ku Tunis û Misir kontrol kir.

Lê piştî şoreşên gel ênn li dijî îxwanan li her du welatan, Qeterê dest bi hevkariya bi dewleta Tirk re kir û şerê çapemenî û piştgiriya komên terorîst li her du welatan kir.

Di 2019’an de Foruma Ereb-Ewropa ya diyalog û mafên mirovan ku rêxistineke hiqûqnas e û cihê wê li Cinêvê ye gilînameyek li dijî Qeterê ku piştgiriyê dide teorê ji komîteya giliyan a girêdayî Komseriya Meclisa Mafên Mirovan a Cinêvê re şand.

Serokê forumê Eymen Nesrî got di giliyê de komeke belgeyên eşkere li ser piştgiriya Qeterê ji koma Îxwan El-Misin re hebûn, ew kom jî hembêzkera tevahî rêxistinên tundraw li cîhanê ye. Nesrî da zanîn ku Qeter biryarên rewa yên navneteweyî bi rêya piştevaniya malî û manewî ji rêxistina di gelek dewletan de di lîsteya terorê de ye bin pê dike, di serî de jî Erebistana Sidûiyê, Misir, Îmarat, Behreyn û Rûsya ew kom xistiye lîsteya terorê.

Her wiha belge hene ku koma Îxwan a piştgiriya xwe ji Qeterê digire êrişên terorî û sîuqast li Misirê pêk anîne, ew yek jî di îtîrafa tawanbarekî doza sîuqastkirina cîgirê giştî yê Misirê yê berê Hîşam Berekat de hate piştrastkirin.

EWROPA Û BELAVKIRINA TUNDRAWIYÊ

Her du rojnamegerên fransî Christian Chesnot û Georges Malbruno li ser piştgirî û fînansekirina saziyên Qeterê, bi taybet "Qeter El-Xeyriye" ku sûd li komele û aliyên siyasî yên îslamî li Ewropa kirine, pirtûkek bi navê "Belgeyên Qeterî" wek lêpirsînekê çêkir. Di pirtûkê de bi rêya peyamên elektronîk û belgeyên dualî yên di navbera Qeter El-Xeyrî û komeleyên ku sûd ji van piştgiriyan girtine de eşekere dibe ku ew piştgirî têkildarî koma Îxwan El-Muslimîn e.

Di belgeyê de pereyên ku ji bo avakirina mizgeft, dibistanên taybet û navendên îslamî, kirîna erd û milkan hatin veqetandin diyar dibe.

Her du rojnamegeran piranî belge ji erebî wergerand fransî, li gel wê jî her du xwe dispêrin belgeyên îstîxbarata giştî ya Fransa RG û hevpeyvînên bi gelek pisporên fransî re. Her wiha lêkolîn li ser gelek bajarên Ewropa, Fransa, Îtalya, Almanya, Siwêra, Brîtanya, Kosovo û Belcîka hat çêkirin.

Ji ber miqdara pereyên ku hatine eşkerekirin ne hindik e, her du nivîskaran hewl didin bersivê ji pirsên xwe re bibînin, weke; Welatekî mezinahiya wê bi qasî girava Corsica ya Fransayê dernakeve û hejmara welatiyên wê ne zêdetirî 200 hezar e ji bo kîjan armancê dixwaze dêrên li Sicily veguherîne mizgeftan? An jî navendên îslamê ya zexm li Millhouse ava bike? An jî fînansekirina dibistaneke amadehî li Lyonê? Gelo armanc ji van tevahî çi ye? Çi îslama hewl dide bi vê rêbazê belav bike? gelo ma divê hişyarî li ser were kirin? Ma gelo ew îslama ku li gorî nirxên ku sîstema komarî ya Fransî li ser hîmê wê hatiye meşandin?

Her du rojnamegeran di Hezîrana 2018’an de ji Dewhayê bi xwe de dest bi lêkolînê kir, her wiha hewl da têkilî bi berpirsên Qeter El-Xeyrî re deynin û li wir eşkere bû ku ew her du berpirsê ji wan direvin, lê belê ew bi israr li pey wan ketin.

Her du nivîskar dibêjin Qeter El-Xeyrî li zêdetirî 70 dewletî dixebite û hevkariya wan bi gelek wekaletên NY’yê re hene û bi Wezareta Karên Derve ya Qeterê re koordîna dikin. Her du nivîskar vê yekê bi belgeyan şahideyê dikin ku wezîrê karên derve yê Qeterê bi xwe ji Qeter El-Xeyrî xwest ku hûrgiliyên piştgiriya ku ew li derve dikin û hûrgiliyên gelek projeyên li 40 welatên Afrîkayê ne, eşkere bikin.

Piştî êrişên 11’ê Îlona 2011’an Qeter El-Xeyrî kete bin çavdêriya rêveberiya Amerîkayê ku ew jî guman dike ku piştgiriya çalakiyên terorî yên girêdayî El-Qaîde kirine.

Di raporeke Navenda Lêkolînên Tundraw ya Navneteweyî (ICSR) de ku di Îlona 2020'î de hate weşandin, hat destnîşan kirin ku Qeter, rêxistina "Qeter El-Xeriya" bi kar anîn da ku bi kêmanî 138 projeyan li tevahî dewletên Ewropayê finanse bike, di nav de gelek proje girêdayî Rêxistina Îxwan El-Muslimîn.

Rapor ji 104 rûpelan pê tê, tê de nexşeya tevgerên tundraw ên li Brîtanyayê, têkiliyên "Qeter El-Xeriya" ên bi rêxistinên tundraw ên li Ewropa û dewletên din ên cîhanê re diyar dibin.

Di Îlona par de, Sri Lanka, saziya Qeter El-Xeyrî weke bloka fînansekirina terorê ragihand û xiste nava lîsteya rêxistinên terorîst.

Di Hezîrana 2017’an de, serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump, Qeter bi "Piştgirê dîrokî yê terorê" bi nav kir û bang li dewletên Kendavê û dewletên cîran kir ku tedbîrên têkoşîna li dijî terorê bigirin.

AL-JAZEERA DIKEYA TERORÊ YE

Li gorî rapora endamekî Kongreya Amerîkayê, kanala Al-Jazeera ya Qeterê qanûnên DYA’yê bin pê dike û porpoganadeya terorê dike.

Endamên payebilind ên Kongreya Amerîkayê pêşnûmeyek pêşkêşî wezareta edlê kir, di pêşnûmeyê de tê xwestin ku lêpirsîna giştî têkildarî çalakiyên kanala Al-Jazeera de veke, da ku were diyarkirin ku heke qanûnên eşkerekirina agahiyan bin pê dike. Rose Lehtinen di dema xebata wê li kongreyê de mîna van bangan kirin.

Nivîskarê brîtanî yê navdar Robert Fisk, Qeter li ser têkiliya wê bi rêxistina Cebhet El-Nusra re tawanbar kir û di gotara xwe ya rojnameya The Independent weşandiye de wiha got: "Bê guman di navbera Qeter û Cebhet El-Nusra de têkiliyek heye."  Robert Fisk hevpeyvîna kanala Al-Jazeera ku bi serçeteyê Cebhet El-Nusra Ebû Mihemed El-Colanî re çêkiriye wek şahid nîşan da. Lê pirsa xwe dide der, gelo çima El-Colanî xwest bi awayekî eşkere li ser televîzyonê derkeve û dikeya kanala Al-Jazeera ya Qeterê hilbijêre?

 

Ebû Mihemed El-Colanî di gelek xîtabên xwe de kenala Al-Jazeera hilbijart, ne ji ber ku ev kenal a herî navdar û zêdetir tê şopandin, lê ji ber ku dikeyeke ku xwedî li vê rêxistinê derdikeve û propagandaya wê dike.Ev yek ji bo serokê rêxistina terorê Eymen El-Zewahirî jî derbasdar e.

Kovara Foreign Policy a amerîkî ragihand ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê fînansekirina Qeterê di Îlona 2014’an de ji rêxistina El-Qaîde şopand ku bi rêya karsazekî qeterî ku milyonek dolar daye xwekujekî rêxistina El-Qaîde li Sûriyê pêk hat.

Lêkolîner, Dr. Xalid Elî Ebdulxaliq girêdayî mijarê wiha got: "Desthilatên Qeterê piştgirî da avakirina kanala Al-Jazeera, da ku piştevaniyê bide rola nû ya welatê xwe. Di heman demê de da ku zexmeke çapemeniyê li herêma Ereb çêbike, bi taybet rêxistina çapemenî li herêma Ereb rûtînî û klasîkî bû û tu kanaleke erebî ku di nava ereban de hezkirî û temaşekirî tune bû."

Ebdulxalid wiha domand: "Ji lew re mîr Hemed xwe spart van her du hêmanan, ew jî hevalbendî û piştevaniya komên îslama siyasî li dewletên Ereb, da ku gelek endamên wan koman di dema nakokî û rageşî çêdibûn de ber bi xwe dikişandin û dihewandin an jî hin endam di dema li dewletên wan astengiyên ewlehî çêdibûn de direvîn gel wî. Mîr Hemed ew pêşwaz dikirin, piştgiriya darayî dikir, ji wan re dikeyên çapemenî dabîn dikirin û komeleyên xeyrî yên avakirina mizgeftan li tevahî cîhanê ava dikirin. Her wiha tê dîtin ku piranî kesên van komele yan jî navendên îslamê bi rê ve dibin, di bingeh de endamên bi paşxaneya îxwanî ne."

BANDORÊN SIYASETA QETERÊ

Piştevaniya Qeterê li Sûriyê hişt ku komên terorîst xurt bibin, di serî de jî Cebhet El-Nusra. Ew yek jî li ser hesabê muxalefeta sûrî pêk hat ku piştî çend mehan şoreşa Sûriyê têk çû.

Piştevaniya Qeterê ya nediyar ji komên terorîst ku dewleta Tirk li Sûriyê bi rê ve dibe, hişt ku hegemoniya Enqere li ser rêveçûna bûyerên li Sûriyê çêbibe û rola ereb bi dûr bixe. Her wiha piştevaniya Qeterê hişt ku dewleta Tirk berjewendiyên xwe yên taybet pêk bîne û rûberên fireh ji xaka Sûriyê dagir bike.

Rewşa li Lîbyayê mîna rewşa li Sûriyê ye, bi wê re Qeter û dewleta Tirk Lîbyayê di bin milîsên tundraw de li ser hesabê muxalefta neteweyî hişt û welat hema parçe ye, her wiha mijar bi destwerdana leşkerî ya tirkî bi awayekî yekser bi dawî bû û Enqere destê xwe danî ser dewlemendiyên li welat.

Têkildarî vê yekê, Ebdulxaliq wiha anî ziman: "Ji 2011’an ve rola Qeterê di nearamiya li dewletên Ereb de mîna Misir, Yemen, Lîbya, Tunsi û hwd de eşkere bû."

PAŞKETIN Û PAŞVEMAYÎNA QETERÊ

Piştî binketina Qeterê di hilweşîna hikumeta Şamê de, ji ber destwerddana yekser ji Rûsya û Îranê de û siyaseta wê hişt muxalefta sûrî bi dawî bibe, hişt ku rojavayî piştgiriya siyasî ji ser qut bikin û bi wê re neçar ma ku piştevaniya siyasetên dewleta Tirk bike.

Li Lîbyayê jî wiha bû, piştî metirsiya rojava bi taybet metirsiya Fransa û Îtalya ya ji pêşdeçûna komên terorîst û pêşdeçûna rola Misir, Erebistana Siûiyê û Îmaratê re, Dewha hat neçarkirin ku ji qada Lîbyayê vekişe, lê li hemberê piştgiriya tevgerên dewleta Tirk, berdewam bike.

Derbeya mezin li Misirê bû, Qeter tevahî giraniya xwe da siyaset û aboriyê ku piştevaniya îxwanan bike. Lê hilweşîna wê ya lez debeyeke mezin li rejîma Dewhayê da. Piştî wê jî di Tunisê de bi bin ket û bi wê re Tevgera El-Nehda ya Tunisê nikarî welat kontrol bikira.

Piştî van binketinan, dewletên Kendavê di serî de Erebistana Siûdiyê, Îmarat û Misirê, Qeter boykot kir û ew bi piştgiriya terorê li herêma Ereb tawanbar kir.

Lêkolînerê misirî Xalid Elî Ebdulxaliq da zanîn ku tevî ragihandina peymana lihevanîn bi rêya "Lûtkeya El-Ula", lê hîna nakokî hene û ev jî di xîtaba çapemenî ya dualî de eşkere ye.

QETERA NIHA Û PÊŞEROJA WÊ:

-Binketina Qeterê di qada Ereb de hişt ku ji  tevahî qadên Ereb û herêmê ku beriya 2011’an tev digerî derkeve, mîna li Luban, Filistîn, Sûriyê, Iraq û hwd û bû dewleteke li gel tevan bi kêr nayê.

-Di encama fişarên Ereb li ser wê de ya bi sedema piştevaniya wê ji terorê xwe zêdetir avêt hembêza dewleta Tirk û gelek tawîz danê, heta bi wê re baregehên dewleta Tirk ên leşkerî li Qeterê hene.

-Kontrolkirina dewleta Tirk ji mijarên li herêmê û hebûna leşkerî ya tirkî li Qeterê re diyar e ku nahêle Qeter piştevaniya ji komên terorîst re ku xizmetî berjewendiyên dewleta Tirk dikin, qedexe bike.

-Dê Qeter di nîv de bimîne, yan dê di rêya xwe de ku dewleta Tirk jê re nexşe dike berdewam bike yan jî li refa Ereb a bi serkêşiya Misir, Erebistana Siûdiyê û Îmarat vegere.

(fr)

ANHA