​​​​​​​El-Qeftan: Tu helwestên cidî yên navneteweyî têkildarî DAIŞ`ê tune ne

Îbrahîm El-Qeftan destnîşan kir çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li herêmê êdî li ser cîhanê bi giştî û herêmê bi taybet xeteriyek mezin in. El-Qeftan bang li civaka navneteweyî kir ku dadgeheke navneteweyî li herêmê ava bikin yan jî çeteyan û malbatên wan vegerînin welatên wan.

​​​​​​​El-Qeftan: Tu helwestên cidî yên navneteweyî têkildarî DAIŞ`ê tune ne
14 tîrmeh, 2021   04:11
REQA-XALID EL-CUMA

Roj bi roj xeteriya çeteyên DAIŞ û malbatên wan yên li girtîgeh û kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dibe. Dewletên ku hemwelatiyên wan di nava çeteyan de ne, ji bo çareserkirina vê dozê û bidawîkirina xeteriya çeteyan tenê li rewşê temaşe dikin.

Rêveberiya Xweser bêyî ku destekdayînê ji ti aliyan werbigire barê parastina çeteyan û malbatên wan û peydakirina pêdiviyên wan radike ser milê xwe.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan têkildarî mijarê got, hebûna çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser cîhanê bi giştî û herêmê bi taybet xeter e.

El-Qeftan diyar kir ku divê civaka navneteweyî vê mijarê bi awayekî cidî di ber çavan re derbas bike û wiha domand: “Ji ber ku hebûna hejmara mezin a DAIŞ`ê li kampa Holê xeteriyeke mezin e. Heta niha têkildarî çeteyên DAIŞ`ê de me ti helwestên cidî yên civaka navneteweyî nedîtiye.”

El-Qeftan, hebûna çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê û girtîgehan bi “depoya terorê” bi nav kir û destnîşan kir ku heke ew depo biteqe, dê li ser hemû astan bandoreke neyînî li herêmê bike.

El-Qeftan nirxandina xwe wiha domand: “Divê dewletên ku hemwelatiyên wan li herêmên me ne, alîkariya me bikin ji bo ku em çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re peyda bikin û xeteriya vegera DAIŞ`ê bi dawî bikin. Ji bo rêgirtina li xeteriyên li ser herêmê, divê dadgeheke navneteweyî li herêmê were avakirin an jî dewletên ku hemwelatiyên wan di nava DAIŞ`ê de ne, wan vegerînin welatên wan û li wê derê darizînin.”

`BOMBEYEKE DEMKÎ YE`

El-Qeftan da zanîn ku hejmara zarokên li kampa Holê zêdetirî nîvê nîştecihên kampê ye û ew zarok ji dê û bav û xizmên xwe yên çete fêr dibin.

El-Qeftan got: “Ev yek dihêle ku ew zarok li gorî fikir bav û xizmên xwe bimeşin. Ev mijar gelek xeter e. Hejmara zarokan mezin e, heke li kampê mezin bibin dê fikirê terorê belav bikin û dê alozî û xeteriyeke nû li ser hemû welatên cîhanê çêbibe."

Ji bo rêgirtina li vê karesatê El-Qeftan diyar kir ku çareserî bi du rengan pêkane, yan avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmê û darizandina çeteyan, yan jî dewlet hemwelatiyên xwe vegerînin û wan li wir darizînin.

El-Qeftan, çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li kampa Holê bi “bombeyeke demkî” bi nav kir û got: “Dewleta Tirk gelek caran hewl da xwe bigihîne kampa Holê lê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ev hewldanên wê têk birin.”

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku dewleta Tirk bi van hewldanên xwe armanc dike ku çeteyan rizgar bike, wekî ku çeteyên li kampa Eyn Îsayê rizgar kirin û niha di şerên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û welatên din bi kar tîne.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ww2B76HQqv4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>