Şêniyên Hesekê: Gotina 'Ez deyndarê gelê xwe me' bû bingeha têkoşînê

Şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku gotina şehîd Mihemed Xeyrî Dûrmûş a "Ez deyndarê gelê xwe me", ji gelê herêmê û gelê Kurd bi taybet bûye meşeleyek.

Şêniyên Hesekê: Gotina 'Ez deyndarê gelê xwe me' bû bingeha têkoşînê
13 tîrmeh, 2021   03:09
HESEKÊHESEKÊ

Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat şehîdên berxwedana rojiya mirinê ya 14`ê Tîrmehê yên ku di salên 80`yî de di girtîgehên Tirkiyê de bi bîr tînin.  Berxwedana 14'ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd wekî sembola têkoşîna li hemberî mêtîngeran e.

Bi boneya salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê, şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku berxwedana 14'ê Tîrmehê ji bo gelên herêmê meşeleyeke têkoşînê li hemberî dagirkeriyê ye.

Şêniyê bi navê Hisên Berî şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê û tevahiya şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got: "Şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bingehê berxwedana azadiyê ye, ev berxwedanî nameyek ji dewleta Tirk faşîst re bû ya ku binpêkirinên herî tund di girtîgehan de pê dianî da ku nasameya kurdî ji holê rake û doza kurdî têk bibe."

ꞌTEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ JI BO WEFEDARIYA BI ŞEHÎDAN RE HATE DAMEZRANDINꞌ

Berî anî ziman ku dewleta Tirk hewl da di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de vîna gelê Kurd bişkîne û wiha dom da axaftina xwe: "Dewleta Tirk gelek caran hewl da Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibe û hebûna gelê Kurd û mafên wê înkar dike, faşîzma Tirk sûcên hovane li dijî girtiyên mîna têkoşer Elî Çîçek, Mezlûm Doxan, Kemal Pîr û Xeyrî Dûrmûş berdewam kir, da ku di şexsê wan de vîna gelê Kurd bişkîne, lê têkoşeran berxwedana xwe berdewam kir û bi saya berxwedana wan a xurt û felsefeya wan a azad serî ji neheqiyê danexist."

Berî gotina rêber Abdullah Ocalan a têkildarî neteweya demokratîk bi bîr anî: "Em ji bo azadiya gelên bindest tê dikoşin û xeleka herî lawaz doza kurdî ye, ji ber vê yekê, ji bo tevahiya gelên li Rojhilatê Navîn me bi gelê Kurd dest pê kir."

ꞌBERXWEDANA LI GIRTÎGEHAN JI BO TEVGERA AZADIYÊ RONASANSEK BÛꞌ

Berî da zanîn ku berxwedana têkoşerên di girtîgehan de ji bo Tevgera Azadiyê ronasansek bû û Kurd şiyar kir, di heman demê de kesayetek li ser bingeha îradeyeke xurt ku parastina mafên xwe bike ava kir.

Berî îşaret pê kir ku nirxên berxwedana 14`ê Tîrmehê di Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de da der û ev lê zêde kir: "Wekî ku em dibînin herêmên herî zêde bi ewle û aram Rojava ye, vîna gelê ku bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan hate avakirin hişt ku zemînekî xurt ji Şoreşa Rojava re çêbibe."

Şêniyê bi navê Ebdulxenî Şiwêş berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn û got: "Têkoşerên di girtîgehan de li ber xwe dan û li hemberî hemû cureyên îşkenceyê sekinîn, xwe radest nekirin. Berxwedana wan bêhempa bû ku dîwarê dirsê şikand, ji lew re bûn têkoşerên cîhanî û ji bo tevahiya gelê bindest jî bûn mînak."

ꞌGOTINA; EZ DEYNDARÊ GELÊ XWE ME JI BO GELÊ HERÊMÊ BÛ MEŞELEYEKꞌ

Şiwêş ev li gotina xwe zêde kir: "Mihemed Xeyrî Dûrmûş beriya şehîd bikeve xwest ku li ser kevirê gora wî gotina; ez deyndarê gelê xwe me were nivîsandin, êdî ev gotin ji bo gelê herêmê û gelê Kurd bi taybet bû meşeleyek."

Ebdulxenî Şiwêş diyar kir ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê bû bingeha tevgereke şoreşgerî li Rojhilata Navîn û got:" Ji bo azadiya gelê xwe em tê dikoşin, em îlhama têkoşînê ji berxwedana girtîgehan û berxwedêrên di girtîgeha Amedê de ne digirin, êdî ew berxwedan bû destpêka tevgereke şoreşgerî li Rojhilata Navîn."

Şiwêş anî ziman ku berxwedan heta îro berdewam e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berxwedan heta roja me ya îro berdewam dike, bila Tirkiyê bizanibe ku pêngava 15`ê Tebaxê ya li dijî dewleta Tirk a faşîst berdewamiya berxwedana 14`ê Tîrmehê ye Şoreşa Rojava berdewamiya gotina; berxwedan jiyan e ku têkoşeran dabû destpêkirin."

(eh)

ANHA