ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-07-2021'AN
12 tîrmeh, 2021   23:00

-Meclisa Navçeya Çilaxa bi boneya salvegera damezirandina Rêvebeiya Xweser civînekê ji şêniyan re li navnda çandê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê meşekê li dar dixin, meş ji pêşiya Navenda Kongreya Star dest pê dike, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nirxên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaziyên şer Mizgîn Idrîs û Bahoz Dêrîk wiha dibêjin: “Ji bo armancên mezin berdêlên mezin pêwîst in. Di oxira şoreşê de me parçeyên canê xwe da, em bi vê serbilind in. Xwedîderketina navê gazîbûn û şoreşê erke me ya sereke ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku gotina şehîd Mihemed Xeyrî Dûrmûş a "Ez deyndarê gelê xwe me", ji gelê herêmê û gelê Kurd bi taybet bûye meşeleyek e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Ehmed Elî hemû jiyana xwe fedayî têkoşîn û doza gelê xwe kir. Bi wefedariya xwe dihat naskirin. Ji ber kiriyarên dewleta Tirk reviya, lê li Rojava jî ji zor û îşkenceya hêzên hikumeta Şamê, nefilitî. Lê bê westandin têkoşîna xwe berdewam kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên Helebê gotin berxwedana 14`ê Tîrmehê bû berxwedaneke dîrokî li hemberî zulm û zordestiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hiqûqnas Ismet Îbrahîm piştrast kir ku biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî,  peymanên navneteweyî nexasim bendên peymana Cinêvê ya girêdayî gihaştina alîkariyan ji her kesê ku ji ber şer zerar dîtine, bin pê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Seroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Asya El-Hisên got: "Destwerdana Tirkiyê ya ji kar û barên Sûriyê re hişt ku berê şoreşa Sûriyê were guhartin, li ser vê yekê opozîsyon bûye lîstoka di destên Tirkiyê de û xizmeta ajandeyên wê dike, ji lew re divê aliyên Sûriyê ji bo aloziya ku welat zehmetiya wê dikişîne, diyalogan li dar bixin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê (Minbicê) li ser qetikirina jinan di bin  şerfê de komxebatekê li hola Pirtûkxaneya Mihemed Menla Xizêl li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Sara ya têkoşêna li dijî Tundiya li ser Jinan, Komeleya Sawişka û Tora Fermandarên Jin ên Aştiyê têkildarî qetilkirina jinan di bin navê şerefê de çalakiyekê protestoyî li ber avahiya Şaredariya Gel a Qamişlo li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk di nêzîkatiyên xwe yên bi jinan re rêbazeke hişk û hovane bi kar tîne. Bi vê yekê di sûcên qetilkirin û tundiya li ser jinan de di rêza yekemîn de ye. Profesora zanistên siyasî Fernaz Atiye got, dewleta Tirk bi demê re bi jinan re hovîttir, hişktir û desthilattir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkar Mihemed Xelîl çav li rê ye ku ambargoya li ser kantona Şehbayê rabe, ji bo ku berhema kartolan bifroşe derveyî herêmê û lêçûnên mewsima çandiniyê bide. Komîteya Çandiniyê jî ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye, êdî nikare alîkariyan pêşkêş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarokê Hecînê bi hev re li ser bingeha têgeha Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina avê ji şêniyan re stasyona parzûnkirina avê ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên gundewarên bakurê Reqayê ji ber ku toza erebeyan a li ser rêya giştî  ya Hezîme – Til El-Semin ku bandorê li zeviyên wan dike bi gazinc in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA