Washington hebûna çeteyan li Lîbyayê red dike

Berdevkê herêmî yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Samuel Warburg piştrast kir ku Washington hebûna çeteyên biyanî û di nav de yên girêdayî dewleta Tirk li Lîbyayê, red dike.

Washington hebûna çeteyan li Lîbyayê red dike
14 tîrmeh, 2021   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê herêmî yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Samuel Warburg roja sêşemê di hevpeyvînekê de wiha got, “Amerîka gav û destkeftiyên ku îsal li Lîbyayê hatine bidestxistin, erênî dibîne.” Warburg diyar kir ku dê welatê wî piştbiriyê bide gelê Lîbyayê.

Aliyên navneteweyî hewl didin aloziya Lîbyayê bi rêya nexşerêyeke diyar û rast çareser bikin. Li aliyekî din jî dewleta Tirk demên dawîn di Kongreya Berlînê ya 2`emîn ya têkildarî Lîbyayê de, bi navkirina hêzên xwe bi çeteyan red kir. Ruxmî ku Enqerayê di dirêjahiya 2 salên borî de bi hezaran çete anîn Lîbyayê.

Li ser îsrara dewleta Tirk ku hêzên xwe li Lîbyayê bihêle, berdevkê wezaretê destnîşan kir ku helwesta welatê wî zelal e. Amerîka hebûna hemû hêzên biyanî yan jî çeteyan li Lîbyayê û di nav de yên girêdayî dewleta Tirk, red dike.

Amerîka û hevalbendên wê yên li herêmê careke din piştrast kirin ku ew piştgiriya gelê Lîbyayê dikin da ku hilbijartin di dema wê ya diyar de anku di Kanûna 2021`an de, bên lidarxistin.

Warburg bal kişand ser rola Misirê û diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) vê rolê girîng û erênî dibîne.

Tê destnîşankirin ku hikumeta Lîbyayê di daxuyaniyeke xwe ya di meha borî de teqezî bi girîngiya derxistina çeteyan û hêzên biyanî ji Lîbyayê kiribû.

Wezîra Karên Derve ya Lîbyayê Necla El-Menqûş jî encamên Kongreya Berlînê yên têkildarî derxistina hêzên biyanî ji welêt erênî nirxand.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di mehên dawîn de Enqerayê nêzî 6 hezar çeteyên sûrî birine Lîbyayê, her wiha bi sedan leşker û şêwirmendên leşkerî şandine Terabulsê û gelek herêmên din ên Lîbyayê.

(şx)