Welîd Çolî: Tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan beşek ji şerê giştî yê li dijî Kurdan e

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çolî diyar kir ku tecrîda ku dewleta Tirk li rêber Abdullah Ocalan ferz dike, beşek ji şerê stratejîk e ku tunekirina Kurdan, esas digire.

Welîd Çolî: Tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan beşek ji şerê giştî yê li dijî Kurdan e
11 tîrmeh, 2021   06:15
NAVENDA NÛÇEYAN-MISTEFA ELO

Di hevpeyvîneke li gel ajansa me de Welîd Çolî rewşa Başûrê Kurdistanê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin.

Çolî di destpêka hevdîtinê de destnîşan kir ku divê Kurd ji dîroka serhildanên Kurdan tecrûbe bigirin, her wiha behsa hevkariya hinek hêzên kurd bi dijmin û rêbazên çawisandinê ku împeratoriya Osmaniyan û dewleta Tirk li dijî gelê kurd dimeşîne, kir.

`ŞEREKÎ GIŞTÎ LI DIJÎ KURDAN TÊ MEŞANDIN`

Çolî bal kişand ser projeya stratejîk a dewleta Tirk û got: “Dewleta Tirk dixwaze herêmên di Mîsaqê Milî de hatine bibîrxistin, bixe bin serweriya xwe. Dixwaze vê yekê bi rêbazeke şofenîst pêk bîne. Ji bo wê gelek rêbazan bi kar tîne; jê êrişkirina Başûrê Kurdistanê, dagirkirina wê, hedefgirtina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û gelê Başûr. Li aliyekî din dagirkirina herêmên Rojava, gefên domdar ên dagirkirina wê, ferzkirina dorpêçeke aborî li ser herêmê, girtina deriyên sînor ji bo tengavkirina gel û Rêveberiya Xweser ji aliyê aborî ve û birîna ava çemê Firatê. Ev hemû nîşaneyên şerekî giştî ne.”

Der barê tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz dike Çolî got: “Dewleta Tirk ji hebûna rêberekî ku çareseriyan ji bo doza kurd û gelên din dibîne, ew jî birêz Ocalan e, ditirse. Ji ber wê dewleta Tirk tecrîdê lê ferz dike û giran dike. Ev beşek ji êrişeke giştî ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan e.”

Çolî wiha domand: “Dewleta Tirk bi taybet hevalbendiya AKP û MHP`ê tu aliyê din qebûl nakin nexasim kurdan, her wiha hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan dibînin.”

Di 8`ê vê mehê de komxebata diyalogê ya têkildarî xeteriyên dîrokî yên dagirkeriya Tirk ên li dijî Kurdistanê û erka ku di vê pêvajoyê de ji Kurdan tê xwestin ku bi serpereştiya KNK-Rojava di bin dirşûma “Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê tune bikin û rê li ber şerê navxweyî bigirin” hate lidarxistin. Têkildarî vê komxebatê berpirsê Têkiliyên Giştî yê Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çolî ev nirxandin kir: “Di komxebatê de aliyê dîrokî ya xeteriya dewleta Tirk û rêbazên çewisandina serhildanên Kurdan ji sedsala 15`an ve heta roja me ya îro, hovîtiya wê li Bakurê Kurdistanê, koçberkirina bi hezaran şêniyan ji gundan, dagirkirina Efrîn, pêkanîna guhertina demografiyê bi armanca tunekirina Kurdan, hatin nirxandin."

Çolî wiha domand: “Komxebat armanc dike ku kongreya neteweyî ya Kurdistanê dûrî girêdanên partiyetî li dar bixe da ku helwestekê li hemberî dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên dijberî Kurdan nîşan bidin.”

Çolî wiha dewam kir:"Dewleta Tirk ne tenê şerê partiyeke Kurd an jî çîneke diyar a civaka Kurd nake, lê belê armanc dike Kurdan qir bike. Mixabin Kurd hîna negihîştine wê baweriyê ku şerê dewleta Tirk li dijî Kurd hemûyan e. Hinek ji wan xwe ji êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî PKK`ê didin alî. Ji bo ku bigihêjin wê baweriyê divê zanabûnek û hişyarbûnek ji aliyên wan kesan ve hebe ku dewleta Tirk wê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hemû Kurdan bike hedef.  

Çolî piştrast kir ku divê kurd li hemberî planên dewleta Tirk di warên dîplomatîk û leşkerî de xwe xurt bikin.

Çolî bal kişand ser xwezaya têkiliyên navneteweyî û ahengiya wan bi planên mêtîngerî yên dewleta Tirk ên li herêmê û got: “Helbet dewleta Tirk cihê xwe yê jeosiyasî bi kar tîne da ku êrişî Kurdan bike. Li aliyekê êrişên Rûsya yên li dijî Idlibê paşguh dike, li aliyekî din valahiya Amerîkayê ya li Efganistanê tijî dike û hebûna xwe ya di nava NATO`yê de û kaxiza penaberan di têkiliyên xwe yên li gel Ewropayê de bi kar tîne. “

Çolî hevkariya hinek aliyên Kurdan bi dewleta Tirk a dagirker re piştî şerê cîhanê yê yekemîn bi bîr xist û got: “Di dîrokî de di şoreşên Kurdan de herî kêm di serdema 20`an de gelek şaştî çêbûn. Lê ev helwest xweser bûn. Weke Hesen Xeyrî yê ku rewabûn da dewleta Tirk da ku peymana Lozanê pêk bîne.”

Çolî gotinên xwe wiha domand: “Heke ev yek di serdema 20`an de ji aliyê êlan ve pêk hatî, lê îro jî ji aliyê partiyekê ve tê kirin. Gotinek heye dibêje 'Partiyên siyasî qebîleyên serdema 20`an in'. Rola ku Hesen Xeyrî listiye hinek li Stenbol û Enqereyê wê pêk tînin. Mîna cîgirê Îtîlafa Sûriyê dema rewabûnê dide ku guhertina demografiyê li Efrînê pêk were.“

Cîgirê serokê qaşo Îtîlafa Sûriyê û endamê rêveberiya ENKS`ê îdia kir sûc li Efrînê nehatine kirin.

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çolî di dawiyê de ev nirxand kir:" Gelê kurd xwedî biryarê ye. Yekitî di helwesta gelê Kurd de ye. Dibe ku rola partiyên siyasî di avakirina têkiliyên dîplomatîk de sînordar be, lê biryara dawîn wê ya gel be ku biryara xwe daye wê bi kê re be. Di şoreşa rizgariya Kurdistanê de ji 1984`an ve bigire û heta niha kurd û kurdistaniyan 40 hezar şehîd dan. Li Rojava û Başûr jî heman tişt rû da.”

(şx)

ANHA