Panorama hefteyê: Dewleta Tirk amadekariya şandina çeteyan ber bi Efganistanê ve dike

Washingtonê û hêzên rojavayî li hemberî serhişkiya Rûsyayê tawîz da ku dev ji derbaskirina alîkariyên mirovî yên bi rêya dergeha Til Koçerê berda. Di encamê de bi milyonan sûrî ji wan alîkariyan bê par man. Li aliyekî din dewleta Tirk amadekariyan dike ku çeteyên Sûriyê bişîne Efgansitanê. Li Lîbyayê çareseriya siyasî rastî gelek astengiyan tê di sêrî de Ixwan.   

Panorama hefteyê: Dewleta Tirk amadekariya şandina çeteyan ber bi Efganistanê ve dike
11 tîrmeh, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hefteya derbasbûyî de behsa rewşa Sûriyê, şandina Tirkiye çeteyên Sûriyê ber bi Efganistanê û aloziya Lîbyayê kir.

`TAWÎZEKE MIROVÎ YA DIN LI BENDA PASWORDA PÛTÎN E`

Der barê kar û barên Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden û hevalbendên wê tawîzeke din ji Moskovê re pêşkêş kir, bi hêviya ku serokê Rûsyaê Vladimir Pûtîn îqna bike ku veto li dijî reşpelika biryara navneteweyî ya gihandina alîkariyan bi rêya sînoran bi kar neyne.

Piştî hevdîtina di navbera Biden û Pûtîn de ya di 16`ê Gulanê de li dar ketiye pêşniyar kir ku 3 deriyên sînor ên Bab El-Hewa yê di navbera Tirkiyê û Idlibê de, Bab El-Selam ê di navbera Tirkiyê û gundewarê Helebê de û Yarûbiyê yê di navbera Iraq û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de werin vekirin.

Lê ji bo ku Rûsya mafê vetoyê li dijî vê pêşniyarê bi kar neyne, Washingtonê tawîza yekemîn da û dev ji vekirina Bab El-Selam berda û paşê dev ji yê Yarûbiyê berde bi taybet li gel ku Enqere û Moskov li ser tengavkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev dikin. “

`TIRKIYE PLAN DIKE KU ÇETEYÊN SÛRÎ BIŞÎNE EFGANISTANÊ`

Têkildarî şandina çeteyên sûrî bo Efganistanî jî, rojnameya El-Ereb wiha got: “Piştî vekişîna hêzên Amerîka û hêzên biyanî ji balafirehgeha Kabûl a navneteweyî, Enqera hewl dide çeteyên sûrî bişîne wê derê.

Dewleta Tirk vê carê bi rêbazekî din dixwaze çeteyan bişîne Efganistanê. Ew hewl dide raya giştî ya navneteweyî bixapîne û xwe ji rexneyan dûr bixe, ji lew re ew hevpeymanên fermî ji çeteyên sûrî re amade dike û wan wekî endamên ewlekariyê yên girêdayî şîrketên taybet ên nobetdariyê nîşan dide.”

ALIYÊN LÎBYA PIŞTGIRIYÊ DIDIN LIDARXISTINA HILBIJARTINAN, “ÎXWAN” JÎ ASTENGIYAN DERDIXIN

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: Gihîştina bingeha destûrî ji bo birêxistinkirina hilbijartina ku tê payîn dawiya meha Kanûnê bên lidarxistin, yek ji astengiya herî zehmet a li pêş rêgeha xebatên siyasî yên li lîbyayê ye. Serokê Komîseriya nîştimanî ya bilind a serbixwe ya hilbijartinan Îmad El-Sayih got, komîserî hewl dide plana taybet bi hilbijartinan biguherîne, lê belê di dema xwe de bên lidarxisitn."

Çavkaniyên xwedî agahî diyar kirine ku Îxwan û hevalbendên wan hewl didin hilbijartinan taloq bikin, ji ber ku ditirsin di hilbijartinan de bin bikevin. Her wiha hewl didin referandûmê li ser reşnivîsa destûrê ku piraniya welatiyên Lîbyayê red dikin, çêbike. Çavkaniyan got ku Îxwan û hevalbendên wan di xîtaba bi civaka navneteweyî re dirûtiyê dikin, ev yek nîşan didin ku piştgiriya nexşerêyê û hilbijartinan dikin, lê belê bi awayekî veşartî hewl didin çareseriya siyasî asteng bikin da ku bingeha destûrî neyê pêkanîn.”