Diyab: Lubnan û gelê wê li ber karesatê ne

Serokê hikumeta demkî ya Lubnanê Hesen Diyab got: “Dîmen êdî diyar e, Luban û gelê wê li ber karesatê ne. Lubnanê rizgar bikin.”

Diyab: Lubnan û gelê wê li ber karesatê ne
6 tîrmeh, 2021   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta demkî ya Lubnanê (hikumeta meşandina kar) Hesen Diyab got: “Em li vir kom bûne, lê niha li kolanên Lubnanê taborên erebeyan li pêş stasyonên sotemeniyê ne. Hinek li dermanxaneyan li derman û şîrê zarokan digerin. Li malan jî, welatiyên Lubnanê bêyî kehrebe dijîn.”

Diyab ji hejmareke balyoz û şandeyên dîplomatîk re got: “Êdî dîmen diyar e, Lunan û lubnanî li ber karesatê ne. Lê dema têkçûna mezin çêbibe, dê bandorê li derveyî cografiya Lubnanê jî bike. Wê kes nikaribe xwe ji xeteriya têkçûna Lubnanê bide alî."

Diyab bang li cîhanê kir ku Lubnanê rizgar bikin. Her wiha bang li dost û hevalan kir ku li kêleka gelê Lubnanê bisekinin.

(cx)