`Zihniyeta ku Aye û Eyde qetil kiriye heman zihniyeta ku Hevrîn û Deniz qetil kiriye`

Kongreya Star a kantona Hesekê di meşekê de bang kir ku kujerên jinan werin cezakirin. Her wiha diyar kir ku zihniyeta Aye û Eyde kuştiye heman zihniyeta ku Hevrîn û Deniz kuştiye.

`Zihniyeta ku Aye û Eyde qetil kiriye heman zihniyeta ku Hevrîn û Deniz qetil kiriye`
6 tîrmeh, 2021   12:57
HESEKÊ

Bi sedan jinên kantona Hesekê li ser bangewaziya Kongreya Star meşiya û bûyera kuştina Eyde El-Seîdo û Aye Xelef şermezar kir.

Meş ji çerxerêya Cûdî ya li taxa Kelasê dest pê kir. Jinan alên Kongreya Star, pankartên “Civaka mêran civakeke kujer e”, “Jin jiyan e azadî”, “Parastina jinan berpirsyariya civakê ye” û “Em jêdera jiyanê bû û dê wisa bin” hildan.

Meş li pêşiya mala Aye rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Koordînasyona Kongreya Star Şikriye Mihemed daxuyaniya  kongreyê xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat got: “Wek Kongreya Star û jinên kantona Hesekê û rêxistinên jinan em sûcên hovane yên li dijî zarokan tê kirin, şermezar dikin. Li dijî Eyde du sûc hatin kirin a yekê bi zorê hat zewicandin ruxmî ku biçûk e û ya din bi rêbazeke pir hovane hat kuştin. Destavêtin Aye jî, şîdet lê kirin û fetisandin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du sûc bi hinceta namûsê hatin kirin û bi vê yekê sûcdarên her du bûyeran pêkanîna sûcên xwe rewa dikin û jinan ji mafên wê yên herî hêsan bê par hiştin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mîna van sûcan ji aliyê heman zihniyetê ve dubare dibin ku hebûna jinan red dike û wiha hate gotin:" Zihniyeta ku Aye û Eyde kuştiye heman zihniyet e ku Hevrîn û Deniz kuştiye û li herêmên dagirkirî dest davêjin jinan."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ruxmî ku jinan di gelek waran de têkoşînê dide û gelek destkeftî di şoreşê de bi destxistin ku bi navê wê hat naskirin, lê ev diyarde li hemû herêman berdewam e. Ev jî destkeftiyên jinan dixe xetereyê û civakê parçe dike.

Di daxuyaniyê de ev yek hat piştrastkirin: “Li hemberî van sûcan û zihniyeta mêran em ê têkoşîna xwe mezin bikin heta ku rêgezên azadî, wekhevî û edaletê di civaka me de pêk tên. Ji bo ku em mafên jinan biparêzin û rê li pêşiya mîna van sûcan bigirin. Em ê kar û xebatên xwe û belavkirina zanabûnê di nava civakê de bidomînin heta ku rêgezên şaş ên civakê anku urf û adetên berê biguhêrin. Em ê vê yekê bi rêya pêkanîna qanûnên girêdayî jinan pêk bînin û sûcdaran ceza bikin.”

Di daxuyaniyê de Kongreya Star careke din ev sûc şermezar kir û banga hesabxwestinê ji sûcdaran kir. Her wiha soza mezinkirina têkoşînê heta avakirina civakeke aştiyane da ku kujeran ceza dike û edaletê pêk tîne.

`JINA BIRÊXISTINKIRÎ RASTÎ ŞÎDETÊ TÊ`

Di mitîngê de endama rêveber a Kongreya Star a Hesekê Rîma Îsa axivî û got:" Jinên têkoşer li ser fikirê rêber Abdullah Ocalan mezin bûn û xwe birêxistin kirin. Ji ber wê zihniyeta mêran şîdetê li dijî wê dimeşîne. Em bang li aliyên qanûnî dikin ku rê li pêşiya diyardeya kuştina jinan bigire."

Di dawiya mitîngê de, beşdaran dirûşmeyên şermezarkirina kuştina jinan beriz kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Qmdq_r9oHf8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>