Malbatên şehîdan: Divê Ebdulhekîm Beşar were cezakirin  

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê, daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar ên ku sûc û binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê pêk anîne înkar dike, red kirin û wekî rewakirina dagirkeriyê, binav kir.

Malbatên şehîdan: Divê Ebdulhekîm Beşar were cezakirin  
6 tîrmeh, 2021   11:56
ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê, li ber navenda meclisê ya li gundê Til Qirah a Şehbayê kom bûn û pankertên "Na ji guhertina demografîk re, na ji xiyanetê re, na ji dagirkeriyê re" rakiribûn.

Daxuyanî ji hêla her du rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, Rebîa Weqas û Avdar Elo ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de, bal kişand ser komplo, siyaseta qirkirinê û inkarkirina mafên gelên Kurd di dema Peymana Lozanê ya sala 1923'an de hate kişandin û hate gotin:"Di encama berxwedaneke mezin a ku ji hêla gelê Kurd ve li dijî hêzên herî têrorîst ên li cîhanê hate nîşandan, gelê Kurd di qonaxek hestiyar û çarenûsî re derbas dibe."

Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar ji bo veşartin û parastina hemû kiryarên sûcdar, dijber û dûrî nirx û prensîbên mirovî yên ji hêla hikumeta faşîst û çeteyên wê ve li dijî gelê li hemû herêmên dagirkirî tê kirin û wiha hate dewamkirin:" Ev yek tê wateya rewakirin û bindestî ji dagirkeriyê re ye."

Di daxuyaniyê de, Îbrahîm Biro û Fûad Elîko wekî çete û serokên meclisa xiyaneta mezin hate binavkirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrixistin:"Em, wekî malbatên şehîdan a kantona Efrîn û Şehba, van daxuyaniyên bêexlaq û bêberpirsiyarî yên ji hêla rayedarên meclisa xiyaneta mezin ve (Meclisa Niştimanî ya Kurdî) der barê binpêkirina rûmeta gelê me de, şermezar dikin. Em bang li gel dikin ku li her deverê, ji bo eşkerekirina xiyanetê tevbigerin û banga dadgehkirina pêşengên meclisa xiyaneta mezin ji aliyê gel ve dikin. "

Di dawiya daxuyaniyê de, bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan hat kirin ku van kesên xayîn û berpirsên wan bigirin û radestî dadgehên navneteweyî bikin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OLPtZOdFVao" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>