Dergeh û mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan

Têkildarî dergeh û mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan di çend rojên pêş de, dê nîqaş li ser werin nîqaşkirin. Lê ev mijar ku bûye bazarek di nava hêzên navneteweyî de, êş û azara gelê Sûriyê girantir dike.

Dergeh û mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan
6 tîrmeh, 2021   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Çavên her kesî li rûniştina Konseya Ewlehiyê ya NY’yê ku dê di çend rojên pêş de li dar keve. Tê payîn ku nakokiyeke nû di navbera dewletên rojavayê ji aliyekî ve, Rûsya û Çînê ji aliyekî din ve têkildarî alîkariyên mirovî û mekanîzmeya derbaskirina wê ji herêmên Sûriyê re çêbibin.

Di 2014’an de, Konseya Ewlehiyê ya NY’yê cara yekemîn biryara da ku xebata veguhastinê alîkariyan bi rêya sînor re pêk bê, li gel wê jî alîkarî di Urdun û Iraqê re  derbas bibe. Lê xebata veguhastina alîkariyan a bi rêya her du welatan di Çileya 2020’an de bi sedema vetoya Rûsya û Çînê rawestî.

Tevî dijberiya Rûsya di wê demê de li hember derbaskirina alîkariyan bi rêya dergeha Til Koçerê ya di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û Iraqê de, lê li hember derbaskirina alîkariyan di dergeha Bab El-Hewa re ya di bin kontrola komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirk de ye nebû dijber û red nekir.

Rûsya par bi rêya dengdayîna di Konseya Ewlehiyê ya NY’yê de hin guhartin li ser projeya derbaskirina alîkariyên mirovî danîne ku Almana û Belcîka pêşkêş kirin. Ew jî divê dergeha Til Koçber were girtin, tenê dergeha Bab El-Hewa vekirî bimîne.

DERGEH...BAZARÎ Û ŞANTAJÊN DI BIN DIRUŞMÊN MIROVAHIYÊ DE

Eşkere ye ku dosyaya derbaskirina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re veguherî alaveke bazirganiyê di navbera dewletên mezin de ji aliyekî ve û amûreke şantajkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyekî din ve ye.

/ar/uploads/files/2021/07/05/191241_fuad-hmyrh.webp

Muxalifê sûrî Fûad Himêra têkildarî vê yekê wiha got: "Dewletên rojavayî her tiştî bi navê mirovahiyê pêk tînin, tevahî şêweyên mirovahiyê bi kar tînin, tevahî şêweyan ji bo kontrolkirina mirovan bi kar tînin û li gorî berjewendiyên xwe dixebitin. Êdî ev diruşmên derew e û  bawerî pê nayên."

Himêra wiha domand: "Dergeha Til Koçer xizmetî nêzî 5 milyon n mirov dike û di bin gotinên 'mirovahiyê' de girtî ye. Gelo çawa em li gorî mirovahiyê tev digerin û 5 milyon mirov dorpêç in. Dergeha Til Koçber ji yek dergehên girîng e ku pêdiviyên şêniyên herêmê dabîn dike."

Têkildarî herêmê Himêra got: "Hin kes dibêjin ew herêmeke veqetîner e, lê zêdetirî ji sedî 50 ji şêniyên Ereb tê de hene. Dema min serdana herêmê kir min dît ew di Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk de dixebitin û hevserokatiyê di saziyên wan de dikin."

Himêra bi hêrs û nerazîbûn pirs kir heta ew giştî Kurd bin, gelo ev tişt rewabûnê dide ku av û ba ji ser wan bê qutkirin? Gelo ev tê wateya ku ew werin qetilkirin? Gelo ev çi fikir e?

DORPÊÇA BÊSEDEM

Ligel bidawîbûna destûra derbaskirina alîkariyan bi rêya dergeha Bab El-Hewa re di 10’ê vê mehê de, divê Konseya Ewlehiyê ya NY’yê rûniştinekê li dar bixe. Da ku destûra navneteweyî ya derbaskirina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re bê nîqaşkirin.

Nûnerê NY’yê yê taybet bi Sûriyê Gier Pedersen tev li kesên banga parastina destûra gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re bêyî derbasbûna bi rêya Şamê dikin, bû. lê Moskov vê yekê red dike û weke testa têkiliyên wê bi rêveberiya Amerîkayê ya nû re dibîne.

Pedersen di Konseya Ewlehiyê ya NY’yê ya 25’ê Hezîrana borî de wiha gotibû: "Pêwîstiya sivîlên li tevahî welat bi alîkariyan û geşkirina hêzên wan a berxwedanê heye. Ya herî girîng divê parastina gihandina van alîkariyan û berfirehkirina wan bê kirin. Ew jî bi rêya sînor û xetên pêş e. Her wiha pêkanîna van xwestekan bi rêya sînor pêwîst e 12 mehên din bên zêdekirin, da ku sivîlan biparêzin."

Roja Înê, Irelanda û Nerwêcê ku berpirsên dosyayê yên di NY’yê de ne û endamên ne mayînde di Konseya Ewlehiya NY’yê de projeya biryarê radestî 13 endamên konseyê kir.

Di wê projeyê de tê xwestin ku destûra derbaskirina alîkariyan bi rêya dergeha Bab El-Hewa ya herêmêa Idlibê re ku di bin kontrola komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirk de ye heta salekê dirêj bike, li gel wê jî destûra derbasbûna alîkariyên mirovî bi rêya dergeha Til Koçerê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi rêya Iraqê hat dayîn.

/ar/uploads/files/2021/07/05/191212_smyr-azam.webp

Girêdayî vê yekê, muxalifê sûrî Semîr Ezam wiha got: "Tu behane tune ye ku herêmeke sûrî ku tê de nêzî 6 milyon mirov (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) dijîn, were dorpêçkirin. Li gel wê jî nêzî 2 milyon sûrî di dema hêzên hikumeta Şamê û balafirên Rûsyayê par êrişî Idlibê kirin, lê hene. Her wiha bi sedema rewşa debarê ya dijwar û bêkariyê şênî ji herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de koçberî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn."

Ezam lê zêde kir ku dorpêçkirina bi milyonan mirov kiryarekî derexlaqî ye û li dijî mafên mirovan e. Rûsya bi rêya vê dorpêça li ser herêmên Rêveberiya Xweser dike armanc ku herêmê ji nû ve bixe bin serweriya hikumeta Şamê.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov ji Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres daxuyaniyek şand û tê de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ên li bakurê rojavayê Sûriyê bi astengiyên derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya dergehên sînor bi piştgiriya ji Enqereyê tawanbar kir.

Nûnerê rûsî yê Konseya Ewlehiyê ya NY’yê Vasily Nebenzia got wî ji destpêkê ve hevalên xwe yên konseyê agahdar kir ku hewldana jinûve vekirina dergehên bi ser sînorê Sûriyê ve hatine girtin, ne pêkan e.

Ji aliyê xwe ve jî Fransa hişyarî da Rûsya ku dê dewletên rojavayî alîkariya darayî ya ji Sûriyê re dişînin qut bike, heke nehişt alîkariyên mirovî di dergehên sînorê re derbas bibin.

Di daxuyaniya înê de, Diyana Seman a ji Rêxistina Efû ya Navneteweyî da zanîn ku rawestandina alîkariyên bi rêya sînor dê bi xwe re encamên mirovî yên karesat bînin.

Li ser vê yekê, Semîr Ezam destnîşan kir ku redkirina Rûsya ya vekirina dergeha Til Koçer a di navbera Iraq û herêmên Rêveberiya Xweser de ku ji terorê hatine rizgarkirin, ew e ku nakeve bazariyên Astanayê û armanca sereke jî ew e ku Rûsya fişarê bike ku ew herêmê bikevin bin kontorla hikumeta Şamê.

Der heqê rûniştina Konseya Ewlehiyê ya NY’yê de Ezam got: "Konse bi sedema vetoya rûsî û çînê di rewşeke felcbûnê de ye û em bang li civaka navneteweyî bi hemû desteyên wê yên hikumet û sivîl dikin ku gelê Sûriyê li hember birçîbûnê nehêlin."

Ezam wiha domand: "Pûtîn bi rêya hevpeyvîna bi Biden re di vê Cinêva dawî de hewl da bi rêya alîgiriya hevkarên wî bi rêveçûna Astanayê, ku bi Amerîka re li hev bike û krîza Sûriyê çareser bike. Lê belê ev yek pêk nehat. Ji ber Biden israr kir ku çareseriya krîza ji bilî biryara Konseya Ewlehiyê ya NY’yê ya 2254’an a avakirina desteya birêvebirineke demkî û formekirina destûreke nû ji Sûriyê re, pêkanîna hilbijartinan cîgir û serokatiyê yên di bin çavdêriya navneteweyî de, ne pêkan e."

NÛNERA MSD’Ê YA LI WASHINGTONÊ: ME RÊVEBERIYA AMERÎKAYÊ AGAHDAR KIR KU PÊWÎST E DERGEHA TIL KOÇBER WERE VEKIRIN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4’ê vê Tîrmehê daxuyaniyek da, tê de bang li civaka navneteweyî û NY’yê kir ku pêwîst e rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin dewletan were cudakirin û gel ji dorpêçê xelas bikin.

Di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de koçberên ji gundewarên Heleb, Humis, gundewarên Şamê, Dêrazor, Idlib û yên herêmên din hene, li gel wê jî penaberên Iraqê hene. Her wiha kampên ku tê de malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene, kampên şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker koçber bûne, hene.

Têkildarî mijarê, nûnera MSD’ê ya li Washingtonê Sînem Mihemed got: "Doza dergehan di Lûtkeya navbera serokên Amerîka û Rûsyayê de hate nîqaşkirin. Di 2014`an de Konseya Ewelehiyê ya NY`ê biryar da ku bêyî erêkirina Şamê alîkariyên mirovî bi rêya sînor bigihêje gelê Sûriyê, lê niha piştî hilbijartinên serokatiyê li dar ket Moskov vê biryarê red dike. Hevalbendên Şamê jî dibînin ku ev yek serweriya Sûriyê bin pê dike, ji ber ku rewş wekî 2014`an nema."

/ar/uploads/files/2021/07/05/191226_synm-mhmd.webp

Sînem Mihemed kiryarên ku diqewimin bi"Şerê dergehan" wesif kirin û got: "Niha zextên li ser Rûsya û Çînê  berdewam dikin da ku Moskovê îqna bikin ku veto bi kar neyne."

Têkildarî vê yekê Sînem Mihemed ev nirxandin kir: "Zextên Ewropa yên ji bo vê yekê niha diyar dibin.  Ji ber ku Fransayê bi bîr xist ku ger dergeh venebin ew alîkariyên Ewropa naşîne, lê di demekê de ku rewşa aborî ya Sûriyê kampax e, ev yek dê bandorê li hewcedaran bike."

Nûnera MSD’ê wiha  dirêjî da axaftina xwe: "Me li Washingtonê ji rêveberiya Amerîkayê re girîngiya vekirina dergeha Til Koçer /El-Yerûbiyê nîşan da, da ku alîkarî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re werin derbaskirin, ji ber ku vîrusa Koronayê berbelav e, rewşa tenduristiyê dijwar e û piştî herêmên wekî Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê hatin dagirkirin, kamp ji koçberan re hatin vekirin."

Sînem Mihemed da zanîn ku divê alîkariya mirovî were kirin, nexasim ku kampa Holê heye, tê de jin û zarok hene. Ji ber vê yekê divê dergeha Til Koçer/El-Ywrûbiyê were vekirin da ku jiyana bi hezaran gelê Sûriyê li herêmê were rizgarkirin.

Sînem Mihemed xîtabî Rûsya kir û got: "Li pêşiya Rûsya ev testeke stratejîk e û dê xwesteka Moskovê ya gihandina lihevkirineke têkildarî çareseriya aloziya Sûriyê diyar bike."

Sînem Mihemed di dawiyê de wiha got: "Di demekê de şerê dergehan di rojeva Konseya Ewlehiyê ya NY`yê û tevgerên dîplomatîk de ye da ku alîkariyên mirovî bigihêjin, em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga vekirina dergeha Til Koçer/El-Yerûbiyê dikin. Da ku alîkarî bigihêje bi sed hezaran koçber û penaberan û rê li pêşiya aloziyê mirovî were girtin, nexasim di demekê de ku rewşa aborî ya tevahiya Sûriyê dijwar e."

(fr-eh)

ANHA