Rojnameyên erebî: Rûsya dixwaze alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê bi Astanayê ve girê bide

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa gera nû ya Astanayê, alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê û rewşa Misir û Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya dixwaze alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê bi Astanayê ve girê bide
6 tîrmeh, 2021   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

RÛSYA TEVÎ ŞIRÎKÊN XWE YÊN ASTANAYÊ HEWL DIDE DEST DEYNE SER ALÎKARIYÊN NAVNETEWEYÎ BO SÛRIYÊ

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şereq El-Ewsat wiha got: “Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê amadekariyên lidarxistina gera nû ya danûstandinên Astanayê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan, birin serî. Çav li rê ye ku gera nû sibê dest pê bike û şandeyên ji Rûsya, Tirkiyê û Îranê û her du şandeyên hikumeta Sûriyê û opozîsyona Sûriyê beşdarê bibin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsya ragihand ku Cîgirê Wezîrê Derve Sergey Verşinin û nûnertê taybet ê serokê Rûsyayê Alexander Lavrentiev tevî nûnerê navneteweyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen, aloziya Sûriyê nîqaş kirine.

Wezaretê bi daxuyaniyekê ragihand ku der barê rewşa Sûriyê de nêrîn hatine parvekirin û teqezî bi girîngiya xebatên siyasî yên bi pêşengî û rêveberiya gelê Sûriyê bi xwe bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî, hatiye kirin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Herdu aliyan teqezî bi şandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê li gorî pîvanên qanûna navneteweyî ya mirovî û biryarên Meclisa Ewlehiyê û Komeleya Giştî ya NY`yî, kirine.”

Çavkaniyên dîplomasî yên Rûsî ji rojnameyê re diyar kirin ku Moskov tevî her du şirîkên xwe yên Astanayê (Tirkiye, Îran) hewl dide bigihêje formeke nû da ku rola Astanayê di mijara alîkariyên navneteweyî de aktîv bike.

Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Ramî Şair duh der barê gera bê ya danûstandinên Astanayê de gotarek nivîsand û tê de got: “Rûsya bi hevkariya aliyên rêgeha Astanayê li Enqere û Tehranê hewl dide mijara alîkariyên mirovî pêşkêş bike, dê ev yek ji mijarên nîqaşên yên civîna bê be. Çareserî li pêş welatên rojavayî  gengaz e. Heke bi rastî dixwazin rewşa mirovî ya gelê Sûriyê baş bikin, divê hevkariyê bi koma Astanayê re bikin, ku ew ji aliyê xwe ve koordîneyê bi hikumeta Şamê re dike da ku mekanîzmeyên derbaskirina alîkariyên mirovî û belavkirina wan li herêmên Sûriyê rast bike.”

PARTIYÊN LÎBÎ LI HEMBERÎ HEWLDANÊN “ÎXWANAN” YÊN ASTENGKIRINA NEXŞERÊYÊ DISEKININ

 Rojnameya El-Beyan jî di weşanên xwe ya îro têkildarî rewşa Lîbyayê de wiha nivîsî: “13 blok û partiyên siyasî bang qedexekirina hewldana lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û parlamantoyê yên yekser kirin ku tê payîn 24 Kanûnê bên lidarxistin. Her wiha banga vekirina lêpirsîneke giştî kirin. Her wiha bi daxuyaniyekê bang li Meclisa Parlamantoyê kirin ku qanûnên pêwîst derxin da ku hilbijart di dema wê de bên lidarxistin, heke nikarîbûn wê yekê bikin jî dê li Meclisa Ewlehiyê vegerin. Bi wê yekê NY`yî dikare di ferzkirina lidarxistina hilbijartinan de alîkar be.

Blok û partiyên Lîbyayê dibînin ku girîng e zextên ji bo derxistina hemû hêzên biyanî û çete dewam bikin û îşaret bi girîngiya beşdarkirina Yekitiya Afrîkayê û Yekitiya Ereban di şandina tîmekê ji bo destekdayîn û parastina hilbijartinan de, kirin. Her wiha bang li NY`yî û hemû saziyên wê kirin ku li kêleka gelê Lîbyayê bisekinin û piştgiriyê bidinê.”

(cx)