Koçberên Efrînê ji ber girtina dergehan bi kareseteke mirvoî re rû bi rû ne

Hikumeta Şamê ambargoya ku li kantona Şehbayê ferz kiriye, didomîne, ji ber vê yekê azarên koçberên Efrînê yên di kampan de û xaniyên nîv kavilkirî de zêde dibin, nemaze ku roj bi roj pileya germê zêde dibe û derman û pêwîstiyên tenduristiyê tunene.

Koçberên Efrînê ji ber girtina dergehan bi kareseteke mirvoî re rû bi rû ne
Koçberên Efrînê ji ber girtina dergehan bi kareseteke mirvoî re rû bi rû ne
Koçberên Efrînê ji ber girtina dergehan bi kareseteke mirvoî re rû bi rû ne
Koçberên Efrînê ji ber girtina dergehan bi kareseteke mirvoî re rû bi rû ne
Koçberên Efrînê ji ber girtina dergehan bi kareseteke mirvoî re rû bi rû ne
Koçberên Efrînê ji ber girtina dergehan bi kareseteke mirvoî re rû bi rû ne
Koçberên Efrînê ji ber girtina dergehan bi kareseteke mirvoî re rû bi rû ne
Koçberên Efrînê ji ber girtina dergehan bi kareseteke mirvoî re rû bi rû ne
Koçberên Efrînê ji ber girtina dergehan bi kareseteke mirvoî re rû bi rû ne
Koçberên Efrînê ji ber girtina dergehan bi kareseteke mirvoî re rû bi rû ne
6 tîrmeh, 2021   05:59
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji zêdetirî 3 salan ve koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê azar û rewşên zehmet derbas dikin. Koçberên ku di çadirên naylon de dijîn herî zêde para xwe ji van azaran girtine ku ev çadir wan ne ji germahiya havînî û ne jî ji sermaya zivistanî diparêze.

Hikumeta Şamê siyaseteke qirêj li dijî niştecihên herêmê yên resen û koçberên Efrînê dimeşîne, deriyên sînor û rêyên ku diçin Şehbayê girtine û nahêle derman û pêwîstiyên tenduristiyê derbasî kantonêbibin. Ev yek jiyana bi hezaran sivîlan dixe xeteriyê.

Demên dawî hejmara kesên ku ji ber bilindbûna pileya germê bi nexweşiyên demsalî dikevin zêde bû. Lê li beramberî vê yekê alavên sarkirin tunene. Rêxistinên navneteweyî yên têkildarî koçberên li kampan erkên xwe paşguh kirine.

Li gorî bijîşkên li Şehbayê, nexweşên ku tên navendên tenduristiyên yên tayê, îltîhaba madeyê, şekir, bilindbûna tensyona xwîne û nexweşiyên dil in.

Bijîşk diyar dikin ku piranî kesên bi temem û zarok nexweş dikevin û destnîşan dikin ku derman tunene û ambulans ku karibin wan bighînin nexweşxaneyên Helebê qedexe ne.

Koçberên Efrînê têkildarî rewşa tenduristiyê û zehmetiyên rojane ku ji zêdetirî 3 salan ve di çadirên naylon de dikişînin ji ANHA'yê re axivîn.

/ar/uploads/files/2021/07/05/190827_shadyh-njar.webp

Jina bi navê Şadiya Necar a ji Efrînê û li kampa Berxwedan de dimîne dibêje: "Bi ketina sala 4'an a koçberiyê re em mercên zor û zehmet di kampan de dikişînin, ku me ne ji germahiya havînî û ne jî seqema zivistanî de diparêze. Ji wê zêdetir ambargoyeke giran li ser herêmê hatiye ferzkirin û nahêlin derman û sotemenî derbas bibin."

Dayika Şadiya diyar kir ku ji ber bilindbûna pileya germê ku di navbera 40 û 42'yan de ye, roj bi roj hejmara nexweşan, bi taybet zarok zêde dibe, lê alavên sarkirina û kilîma tunene.

Şadiya Necar îşaret pê kir ku rêxistinên navneteweyî rola xwe ya exlaqî û mirovî li Şehbayê, bi taybet li hemberî koçberên li kampan bi cih nayînin û wiha domand:" Cihê şermê ye ku rêxistinên îdiaya mirovahî û exlaqî dikin, tenê daxwazên sivîlan qeyd dikin û li nêrînên wan guhdar dike, lê tiştekî pêk nayînin."

'EM BİJÎKAN DİBÎNİN, LÊ Jİ BER AMBARGOYÊ DERMAN TUNENE'

Şadiya di berdewama axaftina xwe de got: "Ji bo dermankirinê em diçin navendên tenduristiyê, lê mixabin em matmayî dimînin, ji ber ku di encama ambargoya ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye de derman li navendan tunene."

Şadiya Necar li ser karên rêxisitnên mirovî diyar kir ku alîkarî û dermanan tenê didin malbatên çeteyan ên li bajarê Idlibê û herêmên dagirkirîn û got: "Ev yek dide nîşandan ku ew rêxistinê di qirkirina kurdan de şirîkên dagirkeriya Tirk in."

Şadiya axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê tevahî dewletên mezin ên ku îdiaya mirovahiyê dikin baş bizanibin ku koçberên Efrînê xwedî şeref û rûmet in û heta dilopa dawî ya xwînê serî ji siyasetên wê yên qirêj re danaxin. Tevî mercên zehmet ên di çadirên naylon de berxwedan heta rizgarkirina Efrînê û vegera lê berdewam e."

/ar/uploads/files/2021/07/05/190808_hsyn-hbsh.webp

Şêniyê bi navê Hisên Hebeş ê li kampa Berxwedan dimîne destnîşan kir ku di her aliyan de mercên zehmet di kampan de dikişînin, bi taybet di aliyê pêwîstiyên tenduristiyê û avê de. Her wiha diyar kir ku rêxistinên navneteweyî çavê xwe li rewşa koçberan girtine.

'Jİ HER ALİYAN VE AMBARGO Lİ SER ME HEYE'

Hebeş da zanîn ku ambargo ne tenê li ser derman û avê ye, di heman demê de li ser tevahî pêwîstiyên jiyanî yên rojane ye, mîna sotemeniyê, madeyên xwarinê û şîrên zarokan e.

Hisên Hebeş nêzîkatiyên rêxistinên navneteweyî û hiqûqî  şeremzar kir ku erkên xwe yên mirovî û axalqî li hemberî siyasetên hikumeta Şamê paşguh kirine.

/ar/uploads/files/2021/07/05/190842_athman-shykh-aysa.webp

Rêveberê nexweşxaneya Avrîn Dr. Osman Şêx Îsa jî anî ziman ku ji ber siyasetên hikumeta Şamê yên li ser herêmê di demê pêş de dê karesteke mirovî rû bide, ji ber ku derbasbûna derman û pêwîstiyên tenduristiyê tên qedexekirin.

Şêx Îsa got, rewş pir xirab bûye û heger aliyên têkildarî dimildest destwerdanê nekin dê di demên pêş de karesteke mirovî ya xeter rû bibe.

Şêx Îsa axaftina xwe wiha domand: "Siyasetên hikumeta Şamê yên li ser kantona Şehbayê ne nû ne û em jê matmayî namînin, lê di meha dawî de ev siyast girantir kir."

Dr. Osman Şêx Îsa anî ziman ku ji ber bilindbûna pileya germê, nexweşiyên wekî tayê, îltîhaba made, nexweşiyên şekir û dil zêde bûn û wiha pê de çû: "Hema bêje derman ji sedî 80 tunebûye, ji ber ku rê û deriyên sînor ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine girtin."

Şêx Îsa diyar kir ku di rojekê de bi sedan sivîl ji bo dermankirinê diçin nexweşxane û nuqteyên tenduristiyê yên bê pere û got, ji ber nakokiyên navneteweyî û herêmê tenduristiya mirovan di xeteriyeke rasteqîn de ye.

Nexweşên nexweşiyên giran, divê bi lez ji bo nexweşxaneyên Helebê werin veguhestin, lê hikumeta Şamê nahêle ku ambulans derbasî Helebê bibin ku tenê çend kîlometere ji Şehbayê dûr e.

Şêx Îsa diyar kir ku Heyva Sor a Kurd bi rêya ji sedî 2 nexweşên nexweşên giran digihîne Helebê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê aliyên têkildar û rêxistinên navneteweyî zextê li hikumeta Şamê bikin da ku derî û rêyên ku têne Şehbayê vekin da ku derman û pêwîstiyên tenduristiyê derbasî bibin û nexweş veguhêzên Helebê."

/ar/uploads/files/2021/07/05/190900_hyfyn-hsyn_1.webp

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Hêvîn Hisên diyar kir ku piraniya niştecihên li Şehabyê koçberên bajarê Efrîna dagirkirî ne yên ji zêdetirî 3 salan ve di nav mercên zehmet de  jiyana xwe ya rojane derbas dikin.

Her wiha anî ziman ku rêxistinên navneteweyî rola xwe ya mirovî û exlaqî ya alîkariya bi koçberên Efrînê yên li kamp û malên nîv kavilkirî re paşguh kirine û got: "Em welatiyên sûrî ne, erka hikumeta Şamê ye alîkariya sûriyên li ser xaka Sûriyê bike. Lê em tam berovajî vê yekê dibînin, ku ambargoyeke giran li ser herêmê ferz kiriye û nahêle derman û pêwîstiyên jiyanê derbas bibin."

Hêvîn Hisên got, ew di Desteya Tenduristiyê de hewl didin alîkariya koçberên Efrînê yên li Şehbayê bikin, lê derfet kêm in, ji ber ku derman û pêwîstiyên tenduristiyê nînin.

(bb)

ANHA