​​​​​​​Ekrem Hiso: Dewleta Tirk dê di civîna Astanayê ya 16’an de tawîzên mezin bide

Siyasetmedar Ekrem Hiso got dewleta Tirk a dagirker dê di civîna Astanayê ya 16’an de tawîzên mezin bide hikumeta Şamê, Îran û Rûsyayê da ku dergeha Til Koçerê girtî bimîne.

​​​​​​​Ekrem Hiso: Dewleta Tirk dê di civîna Astanayê ya 16’an de tawîzên mezin bide
6 tîrmeh, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Civînên Astanayê ku gera wan a yekemîn di 23-24’ê Çileya 2017’an de bi çavdêriya Rûsya, Tirkiye û Îranê wek aliyên navneteweyî û herêmî yên hêzên xwe yên leşkerî û komên çekdar li ser xaka Sûriyê hene, dest pê kir û piştî gera 4’an veguherî civînên leşkerî.

Cîgirê serokê Rêveberiya Operasyonên Sereke ya Desteya Erkana Giştî ya Artêşa Rûsyayê general Jaroslav Moskalek di dewreya 9’an a kongreya Moskovê ya ewlehiya neteweyî de ragihadibû ku civîna Astanayê ya 16’an dê di 6-8’ê Tîrmehê de li bajarê Nûr Sultan ê Kazaxistanê li dar bikeve.

Gera 15’an a civîna Astanayê di 23’yê Nîsana 2020’an de li dar ket û bi encamnameyeke nepixandî li ser rewşa li bakurê rojavayê Sûriyê bi dawî bû û wekî her carê rageşî bi dawî nekir.

Siyasetmear û endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ekrem Hiso têkildarî mijarê got: "Piştî rageşiya dewleta Tirk li Ukrayna û Bologna û dewleta Tirk tu garantiyan ji NATO’yê û dewletên Koalîsyonana Navneteweyî di dema şerê wê û hêzên hikumeta Şamê de li “herêma bêçek” derketin, careke din diyalogên Astanayê derketin pêş."

‛DEWLETA TIRK DIXWAZE BI ASTANA 16’AN VALAHIYAN DAGIRE’

Ekrem Hiso destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze valahiyên ku vê dawiyê derketine bi rêya Astanaya 16’an dagire û xwe bi Rûsyayê baş bike û wiha got: "Ji lew re dewleta Tirk gelek hevdîtin bi Rûsyayê re çêkirin. Hevdîtina dawî jî di navbera wezîrên karên derve Lavrov û Çavuşoglu de li Antalyayê ya Tirkiyê çêbû."

Hiso bal kişand ser hin agahiyên ji hevdîtina di navbera Lavrov û Çavuşoglu de derketine û dê di civîna Astanaya 16’an de eşkere bibin û wiha domand: "Dê di civînê de gelek biryarên nû werin dayîn, jê jî dê kêmasiyên di peymanên berê de derketine ku dewleta Tirk pabend nebû, werin lêkolînkirin."

‛HELWESTA DEWLETA TIRK A DAGIRKER LAWAZ E’

Ekrem Hiso diyar kir ku di encama siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên nehevseng de helwesta wê pir lawaz e û dixwaze civîna 16’an bi lez li dar bikeve û wiha pê de çû: "Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê daxuyand ku dê li bajarê Nûr Sultan di navbera 6-8’ê Tîrmehê de gereke nû ya Astanayê li dar bikeve, li gel wê jî dê muxalefta Sûriyê, nûnerên ji hikumeta Şamê, NY’yê û dewletên çavdêr; Urdin, Lubnan û Iraq jî beşdar bibin."

Hiso eşkere kir ku civînên Astanayê li gorî madeya 10’an a biryara NY’yê ya 2254’an li gorî rêveçûna mirovahî bû, naveroka wê madeyê jî wiha ye; divê tevahî aliyên Sûriyê tedbîrên ji bo avakirina baweriyê bigirin ku ji şansê xebata siyasî û pêkanîna agirbesteke mayînde re bibe piştgirî, her wiha divê tevahî dewlet fişarê li hikumeta Şamê û muxalefta Sûriyê bikin ku xebateke mayînde ya aştiyê pêk bê, bawerî were avakirin û agirbesteke mayînde çêbe.

Hiso anî ziman ku rêveçûna Astanayê ji rêveçûneke mirovahî ber bi rêveçûneke leşkerî ve ji bo xizmetkirina ajandeyan çû, lê tê payîn ku niha bendeke ku di gerên berê de nehatibû pêşniyarkirin, were nîqaşkirin. Ew bend jî, derbasbûna alîkariyên mirovî yên navneteweyî ji Sûriyê re ye. Hiso wiha got: "Ev bend ji wan bendan de ku di lûtkeya Biden û Pûtîn de hatibûn nîqaşkirin û lihevkirin."

‛DEWLETA TIRK DI BIN GELEK FIŞARAN DE YE’

Hiso da xuyakirin ku dewleta Tirk li beramber gelek fişaran e û hewl dide dergeha Til Koçber/Yerûbiye ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî yên navneteweyî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebin û wiha gotina xwe berdewam kir: "Ji lew re dewleta Tirk tawîzên mezin dide hikumeta Şamê, Îran û Rûsyayê, tenê ji bo dergeha Til Koçber a navneteweyî girtî bimîne."

Hiso îşaret pê kir ku sedema tawîzdayîna dewleta Tirk ji hikumeta Şamê, Rûsya û Îranê re binketina lûtkeya Biden û Erdogan a piştî lûtkeya NATO’yê ye, ji wê zêdetir jî dewleta Tirk tu garantî ji NATO’yê di dema êrişeke lşkerî ya sûrî-rûsî li Idlibê çêbibe wernegirtin, ji wê zêdetir jî sedema tawîzdayînê ew e ku dewleta Tirk di krîza navbera wê û Rûsyayê ya têkildarî Ukrayna û Bologna de nikarî bibûya bersiv.

Ekrem Hiso wiha gotina xwe bi dawî kir: "Civîna Astanayê  ya 16’an ji bilî dirêjkirina krîza Sûriyê, dirêjkirina azarên gelê Sûriyê û zêdekirina sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê tiştekî ji sûriyan re nayne."

(fr)

ANHA