​​​​​​​Mihemed Şahîn: Divê hikumeta Başûrê li dijî vîna kurdistaniyan nesekine

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê li dijî vîna gelê Rojava disekine û divê vê siyaseta biguherîne û astengiyên ku li pêşiya şandeyên dîplomatîk rake.

​​​​​​​Mihemed Şahîn: Divê hikumeta Başûrê li dijî vîna kurdistaniyan nesekine
6 tîrmeh, 2021   03:01
KOBANÊ

Têkildarî revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê li Başûrê Kurdistanê, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî.

Mihemed Şahîn ragihand ku di demên dawîn de rayedarên Başûrê Kurdistanê siyasetên xwe yên der barê gelê Rojava de guherandine û zextê li wan dike, her wiha astengiyan li pêşiya şandeyên wan ên dîplomatîk çêdike.

Şahîn got hikumeta Şamê bi rêya girtina dergehan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên wê ji aliyê aborî ve dorpêç dike û wiha dewam kir: "Li aliyekî din dewleta Tirk ji hemû aliyan ve û ya herî dawîn kêmkirina rêjeya ava çemê Firat, dorpêç dike. Her wiha hikumeta Başûrê Kurdistanê zextê li herêmê dike tevî ku ew baş dizane dergeha yekane ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê ye."

Şahîn xitabî hikumeta Başûrê Kurdistanê kir û got: "Kiryarên we nakevin xizmeta berjewendiyên kurdistaniyan û bi taybet ên Rojava. Her wiha herêmên me di şoreşeke mezin a man û nemanê re derbas dibe û ev yek jî destkdayîna hikumeta Başûrê Kurdistanê, partî û gelê wê dixwaze, da ku van komployên tên meşandin, têk bibin û dorpêçkirina li dijî Rojava bişikînin."

Şahîn da zanîn ku ew dixwazin ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re bibêjin ku ew berê hatine dorpêçkirin bila ew jî lê zêde nekin û rê li ber şêniyên Rojava û şandeyên wê vekin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M80ibbRY864" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>