MSD, Partiya Vîna Gel û Heyet El-Tensîq li hev civiyan

MSD, Partiya Vîna Gel û Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq) civînek li dar xist, tê de rewşa Sûriyê û rêbazên çareserkirina aloziyê nîqaş kirin.

MSD, Partiya Vîna Gel û Heyet El-Tensîq li hev civiyan
5 tîrmeh, 2021   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Çapemeniyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk)  MSD) têkildarî civînê ev agahî da:

"Êvara roja Îniyê 2’yê Tîrmeha 2021’an, şandeyek ji MSD’ê, Partiya Vîna Gel û Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq)  civîneke şêwirî li dar xist, tê de 2 xalên sereke nîqaş kirin;

1-Geşedanên siyasî li Sûriyê bi giştî û aloziyên ku gelê Sûriyê li hemû herêman dijî hatin nîqaşkirin.

2-Rewşa hundirîn a muxalefta Sûriyê û makanîzmeyên hevkarî di navbera aliyên opozisyona niştimanî ya demokratk hatin nîqaşkirin, da ku bi awayekî hevbeş ber bi pêkanîna biryara 2254’an ve biçin.

Her sê aliyan li ser berdewama civînên şêwirî li hev kir."

(fr)

ANHA