Hiqûqnas: Qetilkirina Eyde sûcek e, divê sûcdar werin cezakirin

Endamên Meclisa Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê banga hesabxwestinê ji qatilên zaroka bi navê Eyde El-Seîdo kir û got, divê rê li pêşiya van sûcên neexlaqî bê girtin.

Hiqûqnas: Qetilkirina Eyde sûcek e, divê sûcdar werin cezakirin
6 tîrmeh, 2021   01:55
REQA-RUBA EL-ELÎ

Bertekên li hemberî sûcê qetilkirina zaroka bi navê Eyde El-Seîdo ya ji taxa Xiwêran a Hesekê ji aliyê malbata wê ve û bangên muhasebekirina sûcdaran zêde dibin.

Dadgera di Meclisa Edaleta Civakî ya Reqayê de Duha El-Ezawî got: “Sûcê ku li dijî zaroka bi navê Eyde El-Seîdo ya 13 salî hate kirin wijdanê tevahî mirovahiyê hejand. Gelo ji bo çi ev zarok bi vî rêbazê hovane hat qetilkirin? Divê têkoşîna me ji bo parastina mafên jinan be.”

Duha anî ziman di gelek civakan de heger jin serî ji malbat urf û adetan re danexe tên çewisandin û qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku şaştiyek kiribe jî diviyabû malbata wê pê re nîqaş kiriba û ew hişyar kiriba. Em di wê baweriyê de ne ku heke malbat şîret lê kiriba yan jî ew xwedî têgihiştinekê yan jî di gelek tecrubeyan re derbas bûbûya, ji malbata xwe nedireviya.”

Dadger Duha El-Ezawî pirsî gelo bi çi gunehî hat qetilkirin û got: “Li gorî qanûnên têkildarî parastina mafên jinan, ne pêkan e ku zarokak bi zorê bê zewicandin.”

Di dawiyê de Duha El-Ezawî destnîşan kir ku li gorî qanûnan divê sûcdar bi awayekî tund werin cezakirin, da ku ev sûc careke din li dijî zarokên neyên kirin.

Duha El-Ezawî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em bi rêya komîteyên qanûnî têbikoşin heta ku civak ji vê zihniyetê rizgar bibe, em ê rolekê di avakirina nifşeke zana de bilîzin û zanabûn û hişyariyê di civakê de belav bikin."

Hiqûqnas Mihemed El-Îsmaîl jî bal kişand ser heman mijarê û got, ev sûcê ku bi behneya namûsê hatiye kirin, ne nû ye, lê belê encama zihniyeta berê ya baviksalar e.

`QANÛN QETILKIRINA ZAROKAN QEBÛL NAKE`

El-Îsmaîl qetilkirina zarokan bi vî rêbazê hovane şermezar kir û ev yek li gotina xwe zêde kir: “Di aliyên exlaqî û qanûnî de nabe ev sûc were pêkanîn. Ev sûc kiryarekî hovane ye û ji aliyê urf, adet û civakên mirovahiyê ve tê şermezarkirin.”

Mihemed El-Îsmaîl di dawiyê de got: “Divê em û aliyên têkildar rê li pêşiya van sûcan bigirin da ku di civakê de belav nebin.”

(şx)

ANHA