Li Dêrikê çalakiyên hefteya çandî dest pê kirin

Bi dirûşmeya "Bi çanda Kevana Zêrîn û hunera şerê gelê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin", çalakiyên hefteya çandî li Dêrikê dest pê kirin.

5 tîrmeh, 2021   19:56
QAMIŞLO

Bi sponseriya Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Cizîrê û hevkariya navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê, çalakiyên hefteya çandî dest pê kirin.

Bi dehan endamên navenda Dicle ya Çand û Hunerê tev li çalakiyê bûn ku li pêşiya navendê hate lidarxistin. Di  hefteya çandê gelek çalakiyên hunerî, çandî, xwarinên gelerî hatin lidarxistin û pêşangehên alavên kevnar û çil û bergên kurdî û neqiş hatin vekirin.

Çalakiya roja yekemîn bi lîstina bûk û zave ku weke kevneşopiyekê kurdan e ji pêşiya navenda Dicle dest pê kir. Di lîstinê de bûk û zave li ser hespekî siwar bûn û li kolanên bajarê Dêrikê û heta bi sûka navendî geriyan, piştre ber bi taxên bajêr ve çûn û stran gotin û li def û zirnê xistin, dûvre li pêşiya kombûna Rozane sekinîn.

Piştî bûk û zave gihaştin konê li kombûna Rozana hate vegirtin, şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê bi hemû pêkhateyên xwe ve di nava stran û tilîliyan pêşwaziya wan kir.

Piştî zave û bûk gihaştin qehweya tal li mêvan û beşdarên hefteya çandî hate gerandin û muzîka kurdî hate guhdarkirin.

Li qada Kombûna Rozana wêneyên rêber Abdullah Ocalan, sembolên çand û hunera gelerî ya herêmê hatin pêşandan.

Her wiha xwarinên floklorî yên ku beşdaran amade kiribûn hatin pêşkêşkirin û li welatiyan û mêvanan hatin belavkirin, li aliyekê din jî nanê sêlê ku wekî mîrateyekê yê hate pêjandin.

Piştî rêzgirtinê endama Komîteya Amadarkar Sema Kobanê axivî û hefteya çandî li beşdaran û navenda çandî û mêvanan pîroz kir û ev lê zêde kir: "Her tim dijmin hewl dide nasname û çanda me biçewisîne, ji ber vê yekê me bi hemû enerjiya xwe li herêmê çand, huner û kelepura gelerî pêşkêş bikin da ku her tim geş bibe."

Piştî axaftin bi dawî bû, koma Cûdî çend stran gotin û govendên floklora kurdî pêşkêş kirin.

Hefteya çandî dê beşdariya navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê, navenda Aram Tîgran a Rimêlan, navenda Koçerat ya Dêrikê heta 10`ê Tîrmehê, ji saet 18:00'an heta 12:00'an dewam bike.

(eh)

ANHA