Li Şedadê motorsiklêteke bombebarkirî teqiya

Motorsiklêteke bombebarkirî ya li kolana giştî ya navçeya Şedadê ya kantona Hesekê hatibû bicihkirin, teqiya. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Li Şedadê motorsiklêteke bombebarkirî teqiya
5 tîrmeh, 2021   08:13
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, motorsiklêteke bombebarkirî li kolana giştî ya navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, teqiyaye.

Nûçegihanê me diyar kir ku motorsiklêt li nêzî avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li Şedadê hatibû bicihkirin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku di encama teqînê de zirarên madî di milkên giştî û avahiyên derdorê cihê bûyerê de çêbûne.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yQ5l_14yuLM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>