Rojnameyên erebî: Hêzên alîgirên Îranê gefa êrişê li Amerîkayê dixwin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa aloziya di navbera hêzên Amerîkayê û hêzên alîgirên Îranê yên li Iraqê de û rewşa Efganistanê kir.

Rojnameyên erebî: Hêzên alîgirên Îranê gefa êrişê li Amerîkayê dixwin
5 tîrmeh, 2021   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN

‘KETAÎB HIZBULLAH GEFA ÊRIŞÊ LI AMERÎKAYÊ XWAR’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Koma Ketaîb Hizbullah a Iraqê ya alîgira Îranê duh gefa êrişeke ji nişka ve li Amerîkayê xwar, lê belê çawanî û cureya êrişê diyar nekir. Ev yek piştî ku Tehranê ji berpirsyariya êrişên li dijî hêzên Amerîkayê û Koalîsyona Navneteweyî yên li Iraqê reviyabû, pêk tê.

Ajansa Fars a fermî ya Îranê li gorî berdevkê fermî yê Ketaîb Hizbullahê Mihiyî Mihemed wiha ragihand: “Em amerîkiyên li Iraqê ji êrişeke ji nişka ve li dijî wan, hişyar dikin. Hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê ne rewa ye û li dijî biryara parlamantoya Iraqê ye.”

‘KÎ LI PIŞT TALÎBANÊ YE?’

Rojnameya Ukaz jî têkildarî rewşa Efganistanê wiha nivisî: “Çavdêrên ku rewşa dramatîk a Efganistanê dişopînin pirsên girîng dipirsin; ji nû ve belavbûna tevgera Talîbanê li ser erdê û kontrolkirina bilez a bajar û herêmên girîng, dişibe senaryoya sala 1996`an, dema ku Talîbanê Kabûl bi dest xist. Lê senaryoya xirab piştî têkçûna tevgerê sala 2011`an bû. Di heman dema vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efganistanê de, tevgera Talîban bi hêz vegeriya Efganistanê û êdî wekî salên 1990`î li piraniya herêman bi cih bûye.

Li gorî pispor û şîrovekarên rojavayî yên têkildarî doza Efganistanê, bi zêdebûna serkeftinên leşkerî yên Talîbanê re îhtimala ku carek din di çend mehên pêş de bigihêje Kabûlê, zêde dibe. Pispor û çavdêrên rewşê van pirsan dipirsin; kî piştgiriyê dide Talîbanê? Çima bajar bi lez dikevin destê Talîbanê? Bersiva van her du pirsan ne hêsan e, ji ber ku rewşa jeo-staratejîk a navneteweyî û herêmî ji qonaxa piştî salên 1990`î û bûyerên Îlona 2001`an cuda ye. Ji ber ku tevgerek ji bo ji nû ve danîna hevsengiyên hêza leşkerî û siyasî ya welatên cîranên Efganistanê heye. Washingtonê her tim Cabûl û Îslamabad bi hewandina kesên radîkal ên Efgan û di nav de endamên Talîbanê ku tê texmînkirin girêdayî saziya leşkerî ya Pakistanê ne, tawanbar kiriye.”

(cx)