Lîna Berekat: Vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê tundiya li dijî jinan rewa dike

Lîna Berekat vekişîna Tirkiye ji Peymana Stenbolê bi rewakirina sûcên li dijî jinan wesif kir û got, doza jinan nayê parçekirin û dê piştgiriyê bidin jinên li Tirkiyê.

Lîna Berekat: Vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê tundiya li dijî jinan rewa dike
5 tîrmeh, 2021   07:09
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Ji bo pêkanîna biryara serokê AKP'ê Erdogan a ku di Adara borî de dabû, Tirkiyê di 1'ê Tîrmehê de bi awayekî fermî vekişandina xwe ji Peymana Stenbolê ragihand. Lê li gorî bîlançoya Platforma "Em ê qetilkirina jinan rawestînin" ku par eşkere bû, diyar dibe ku rêjeya qetilkirin û tundiya li ser jinan li Tirkiyê zêde dibe.

Ev vekişîn ji aliyê rêxistinên navneteweyî û hiqûqî ve hate rexnekirin. Di 3`yê Tîrmehê de li Tirkiyê bi hezaran jin li dijî vê biryarê daketin qadan.

Koordînatora Giştî ya Meclisa a Jinan Sûriyê Lîna Berekat got: "Diyardeya tundiya li dijî jinan bi domdarî zêde dibe, li gelek dewletên cîhanê tundiya malbatî û civakî li ser jinan tên meşandin. Lihevkirin û biryarên navneteweyî yên ku bi armanca parastina jinan hatine derxistin bê encam in û rewşa jinan li gorî ku tê xwestin naguhere."

Lîna Berekat diyar kir ku serkeftin û destkeftiyên ku jinan bi dest xistine da ku mafên xwe qezenc bikin, li hemberî tundiya ku li dijî wan pêk tê, kêm dimîne.

Lîna Berekat ev li gotina xwe zêde kir: "Li gorî serjimariya platforma 'Em ê qetilkirina jinan rawestînin' a li welatekî wekî Tirkiye ku îdiaya laîk û rêzgirtina ji mafên mirovan re dike, hejmara jinên ku ji ber tundiya malbatî ji aliyê şirîk ve hatine qetilkirin gihaştiye 300 jinî û 189 jinên din jî bi tundiya malbatî re rû bi rû mane."

ꞌVEKIŞÎNA JI PEYMANA STENBOLÊ JI BO REWAKIRINA TUNDIYÊ YEꞌ

Lîna Berekat da zanîn ku vekişîna Tirkiye ya ji peymana Stenbolê nîşaneya desteserkirina civakê û rewakirina sûcên li dijî jinan ye û wiha pê de çû: "Her wiha nîşaneya veguhartina Tirkiye ji dewleteke laîk ber bi dewleteke îslamî ve wekî Îran û gelek dewletên din e ku li ser bingeha fikirê radîkal xwe bi rê ve dibin. Erdogan piştgiriyê dide aliyên tundraw û komên çekdar ên ku gelek sûc pêk anîn, nexasim li gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dagir kirine sûc li dijî jinan ji revandin, qetilkirin û destdirêjî pêk anîne." 

Lîna Berekat vekişîna Tirkiyê ji peymana Stenbolê bi xeteriyê wesif kir û got dê bi xwe re  karestekê ji jinên li Tirkiyê re bîne.

Erdogan biryara vekişînê rewa kir û îdia dike ku hin kesên ku hewl didin homoseksueliyê normal bikin, peyman hatiye dagerandin.

Lîna Berekat destnîşan kir ku buhaneyên Erdogan ên têkildarî vekişîne ji peymanê, tenê dûrxistin û parastina ji hin madeyan e da ku jin mafên xwe bi dest nexe û ev lê zêde kir: "Her tim em dibînin ku dewletên xwedî hişmendiyeke paşketî, nexasim dewletên Rojhilata Navîn ku jin gelekî zehmetiya wê dikişînin, ji bo tundiyê li dijî jinan pêk bînin, adet û olê bi kar tînin û peyman û biryarên ku parastina jinan dikin mohr nakin."

ꞌDOZA JINAN NAYÊ PARÇEKIRINꞌ

Girêdayê parastina mafên jinan, Lîna Berekat diyar kir ku ew di Meclisa Jinan a Sûriyê de têkiliyên wan bi rêxistinên hiqûqî, navneteweyî û enternasyonalîst re hene da ku mafên jinan werin parastin. Her wiha destnîşan kir ku doza jinan nayê parçekirin û tundiya li ser jinekê bi binpêkirina mafên tevahî jinan û astengkirina rola wan a di civakê de bi nav kir. Lîna Berekat got: "Em piştgiriyê didin bangên jinan ên bi daxwazên mafên wan, her wiha piştgiriyê didin xwepêşandanên li dijî vekişandina ji vê peymanê."

Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê got, li hemberî binpêkirinên li dijî jinan pêwîst e gavên aktîvtir werin avêtin û wiha dom da axaftina xwe: "Têkoşîna jinan têkoşîneke demdirêj e, têkoşîneke hîn xurtir û famkirineke kûrtir ji pirsgirêkên jinan û çawaniya destekdayîna wan tê xwestin. Piştî ku serjimariya tundiya li dijî jinan a di dema vîrusa Koronayê de hate eşkerekirin rûreşiya sîstemên desthilatdar diyar bû. Tevahiya peyman û biryarên navneteweyî yên têkildarî parastina jinan tenê xama li ser kaxezan e."

Koordînatora Meclisa Jinan a Sûriya Lîna Berekat di dawiyê de ev derbirî: "Hêvîdar im ku tevgera jinan bi ser bikeve, da ku jin bi awayekî cidî mafên xwe bi dest bixe û bigihêje azadiya xwe."

Peymana Stenbolê navê wê yê fermî "Peymana Meclisa Ewropa ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û tundiya malbatî" ye, destdirêjiyên wekî sinetkirina jinan û qetilkirin qedexe dike, her wiha hewl dide sûcdaran ji cezayê rizgar nebin. Peyman di sala 2011`an de li bajarê Stenbolê ji aliyê 45 dewletên Ewropa hate mohrkirin û YE`yê jî wekî rêxistinekê li ser îmze kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qF6e9Yax8Ho" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>