Bû 26 roj hîna jî çarenûsa nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê yên revandî ne diyar e

Revandina nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên têkiliyan yên PYD`ê ji aliyê Hêzên ewlehiyê yên PDK`ê ve kete roja 26`an. Çarenûsa wan hîna jî ne diyar e. 

Bû 26 roj hîna jî çarenûsa nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê yên revandî ne diyar e
5 tîrmeh, 2021   05:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz dema berê xwe didan balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanan pêşwazî bikin, revand.

Ji wê demê de hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê tevî xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD`ê, cihê endamên revandî û sedema revandina wan, diyar nekiriye.

Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di roja yekemîn ji revandina nûneran de daxuyaniyek da û têde got: "Em dibînin ku ev tedbîr gengeşiyê zêde dike û rêya diyalogê lewaz dike. Ji ber wê jî em hêvî dikin ku tu aliyên Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de li pey tu projeyên provekasyonê ku dewleta Tirk birêve dibe da ku Kurd xwe bi xwe şerê hev bikin, neçe." Her wiha daîreyê banga eşkerekirina çarenûsa endamên ku hatine revandin kir.

ANHA