QSD'ê mikurhatinên kujerên Zinar Efrîn eşkere kirin

Çeteyên bi navên Mihemed Mahûd El-Deiyê û Yasir Emîn El-Deiyê li xwe mukir hatin ku wan şehîd Zinar Efrîn şopandiye û dema ku erebeya wî li ser rêya Dêrazor- Hesekê rawestiyaye, ew şehîd xistine.

QSD'ê mikurhatinên kujerên Zinar Efrîn eşkere kirin
5 tîrmeh, 2021   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî mikurhatinên ku Navenda Çapmeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) weşandine, her du çeteyên navborî dema ku derfet dîtin, nêzî 10 gule li şehîd Zinar û ewlekarê pê re reşandin. Di encamê de yekser şehîd bûn. Çeteyan piştre tiştên bi wan re birin û reviyan.

Her du çete li xwe mikur hatin ku ew beşdarî gelek sûcên berê bûne ku armanca wan derbkirina îstiqrar û ewlehiya herêmê bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Zinar Efrîn endamê Partiya Sûriya Pêşerojê û şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê bû û di 16'ê Nîsanê de li ser rêya di navbera Hesekê-Dêrazorê de hatibû şehîdxistin.

QSD'ê ragihandibû ku Yekîneyên Antî-Teror piştî şopandina tevgera wan li herêmê, di 31'ê Gulanê de her du çeteyên navborî girtin.

(dm)