Malbatên şehîdan: Berxwedana gerîla hêviyê dide gelê Kurd

Malbatên şehîdan ên ji Hesekê got berxwedana gerîla ji bo hemû gelê Kurd bûye hêviyek û ji PDK'ê xwest ku dev ji hewldanên xwe yên derxistina şerê navxweyî berde û bang li gelê Kurd jî kir ku piştgiriyê bide gerîla ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin.

Malbatên şehîdan: Berxwedana gerîla hêviyê dide gelê Kurd
5 tîrmeh, 2021   06:12
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Hêzên gerîla berxwedana xwe ya li dijî dagirkirina herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bê navber berdewam dike. Artêşa Tirk a dagirker ku nikare bikeve tunelên şer, di êrişên xwe de gazên kîmyewî bi kar tîne.

Zehra Sîno dayika şehîd Tolhildan û şehîd Raperîn û Memduh Seyîd Ebdo bavê şehîdê HPG'ê Hêvî Dildar, li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Beşûr, berxwedana gerîla û bêdengiya hikumeta Beşûr a li hemberî dagirkeriyê axivîn.

Zehra Sîno bal kişand ser berxwedana gerîla ya li hemebr êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Em wek malbatên şehîdan piştgiriya berxwedana mezin a gerîla ya li dijî dagirkeran dikin. Em ê têkoşîna xwe li kêleka gerîla li Heftanîn, Xakurkê, Metîna û li tevahiya xaka Kurdistanê bidomînin."

‘DIVÊ HIKUMETA BAŞÛR HIŞYAR BIBE’

Zehra Sîno bi bîr xist ku bi Peymana Lozanê Kurdistan bûye çar parçe : "Erdogan ji bo gelê Kurd bi temamî tune bike, êriş dike. Me tu carî li ber van êrişan serî netewand. Divê hikumeta Başûr hişyar bibe. Erdogan êrişî tevahiya gelê Kurd dike. Niha divê gelê Kurd yekitiya xwe misoger bike. Ez bang li hemû siyasetmedaran dikim ku dest bidin hev. Em wek malbatên şehîdan yek in. Her çi qas Kurdistan çar parçe be jî, lê bi rastî jî em yek in. Dewletan sînorên di navbera me de ava kirine. Wateya wan sînoran ji bo me tune ye."

‘DIVÊ GEL SERÎ LI BER DIJMIN NETEWÎNE’

Dayika gerîla Zehra Sîno diyar kir ku divê gelê Kurd li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker biherike qadan û got: “Heke me serjê bikin  jî em ê kolanan neterikînin. Em ê li rex gerîla rawestin, bedenên xwe li hemberî tanka wan, çeka wan, balafira wan bikin mertal. Divê gelê me êdî serî li ber dijmin netewîne, lê divê em bi serbilindî li dijî dagirkeran tê bikoşin. Em niha di nava şoreşê de ne û divê tu kes tiştekî din ji xwe re neke hincet. Heta ku em xwedî fikra mezin a Rêbertiyê bin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bila dijminên me bizanin ku gelê Kurd dê tu carî dest jê bernede."

‘BERXWEDANA GERÎLA HÊVIYA GELAN E’

Zehra Sîno got gerîla hêza parastinê ya gelê Kurd e û wiha dewam kir:  "Gerîla li Zap û Metînayê, li qadê qehremaniyeke mezin nîşan da. Heke hêzên navneteweyî û hêzên li Beşûr destekê nedin dewleta Tirk, dê dewleta Tirk li çiyayên me pêngavê jî neavêje. Berxwedana gerîla hêviyê dide me. Kurd li cem berxwedana gerîla ne."

Zehra Sîno diyar kir ku dîrok dê tu carî kesên bi dewleta Tirk re tev bigerin, efû neke û got: "Wek malbatêm şehîdan em bang li pêşmergeyan dikin. Serê xwe li ber dijmin natewînin û şerê birayên xwe nekin. Heke gerîla li wan çiyayan li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe neda, dê dewleta Tirk hemû Başûrê Kurdistan dagir bikira."

'ÊRIŞ LI TEVAHIYA GELÊ KURD TÊ KIRIN'

Memduh Seyîd Ebdo bavê şehîdê HPG'ê Hêvî Dildar, dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kurdistanê şermezar kir û got: "Wek gelê Kurd em vê êrişa dagirkeriyê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê li gel gerîlayên xwe bin. Îro zarokên me yên her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker şer dikin. Ev êriş ne tenê li ser gerîla tê kirin. Divê gelê Kurd vê baş bizane. Gelê Kurd li ku derê be dewleta Tirk ji bo destkeftiyên gelê Kurd têk bibe, van êrişan pêk tîne."

'DIVÊ PÊŞMERGE LI GEL XWIŞK Û BIRAYÊN XWE LI DIJÎ DEWLETA TIRK LI BER XWE BIDIN’

Memduh Seyîd Ebdo da xuyakirin ku li dijî êrişên li hemberî destkeftiyên Kurdan divê gelê Kurd li dora gerîla bibe yek û wiha dewam kir:  "Gerîla beriya niha bi hêza ku ji gelê Kurd wergirtiye, Kerkûk, Şengal û Rojava parastine. Mesûd Barzanî soz dabû gelê Kurd ku heta ew bijî dê şerê birakujiyê neke. Em wek malbata şehîdan bang li Mesûd Barzanî dikin ku soza xwe pêk bîne, pêşmergeyên ku şandinMetînayê paşve bikişînin û bi alîkariya birayên xwe yên li wir li dijî dewleta Tirk şer bikin."

Memduh Seyîd Ebdo bang li hêzên navneteweyî kir ku bikevin nava tevgerê û got di êrişên dagirkeriyê yên li dijî Kurdistanê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DAqs_yx576E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>