​​​​​​​Dewreya Perwerdeyê ya 30 ciwanan bi dawî bû

Dewreya perwerdeyê ya "Şehîd Sarya Çiya" ya 30 ciwanên ji herêma Cizîrê tev lê bibûn, bi dawî bû.

​​​​​​​Dewreya Perwerdeyê ya 30 ciwanan bi dawî bû
4 tîrmeh, 2021   19:49
QAMIŞLO

Bi armanca parastina jiyana komînal û pêkanîna wê di nava çîna ciwanan de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan û Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Kantona Qamişloyê, di 20'ê Hezîrana borî de kompeke perwerdeyê li gundê Carûdiyê yê rojavayê navçeya Dêrikê veda.

30 ciwan ên ji navçeyên herêma Cizîrê beşdarî perwerdeyê bûn û waneyên fikirî, werzîş û çand û şanoyê dîtin.

Şêniyên gundê Carûdiyê û endamên saziyên civaka sivîl tev li bidawîkirina dewreyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Lorens El-Xidir axivî û bidawîkirina dewreyê ciwanan pîroz kir û got: "Sibe dê fikir mezin bibe û bibe gulek ku tê de azadî û serkeftin bipişkive ku şehîdan bi xwîna xwe pak xêz kirin."

Lorens El-Xidir axaftina xwe bi gotina Rêber Abdullah Ocalan a dibêje:"Şehîd rêberê me yên manewî ne." bi dawî kir

El-Xidir da zanîn ku ew ciwanên şoreşger dê xeta têkoşînê bidomnin.

Piştî axaftin bi dawî bû, hejmareke endamên dewreyê hunera taykando pêşkêş kir, her wiha şanoyek jî pêşandin û tê de bang li ciwanan kirin ku tev li parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Di dawiyê de koma Awazên Çiya çend stranên şoreşgerî û folklorî gotin. Ciwanan li ber stranan govend gerandin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IwsLMP-S4-s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>