' Kêmbûna rêjeya ava Firatê bandor li aboriya herêmê kir

Hevserokatiya Aborî ya herêma rojavayê Dêrazorê da zanîn ku qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve û zuhabûna îsal bandoreke neyênî li zeviyên çandiniyê û sewaldariya li herêmê kir.

' Kêmbûna rêjeya ava Firatê bandor li aboriya herêmê kir
1 tîrmeh, 2021   08:49
DÊRAZOR

Piraniya niştecihên herêmên gundewarên Dêrazorê di debara jiyana xwe de xwe dispêrin çandinî û xwedîkirina sewlan.

Têkildarî mijarê Hevserokê Aborî yê herêma rojavayê Dêrazorê Dr. Hisên El-Hesanî wiha got: "Piraniya niştecihên herêmê bi awayekî sereke xwe dispêrin çandinî û xwedîkirina sewalan û çandiniya xwe li ser qiraxa çem dikin."

El-Hesanî wiha domand: "Di demên dawî de rewşa aborî ya cotkaran bi awayekî mezin bi sûcên dewleta Tirk ên qutkirina ava çemê Firatê û binpêkirina wê ji lihevkirinên navneteweyî yên di vê çarçoveyê de, bandor bûn. Rewşa zuhabûnê ku li herêmê çêbû bandor li awayekî giştî li lawiran kir. Ji ber wê jî buhayên madeyên elef, ceh û genim bi awayekî zêde bilind bûn."

El-Hesanî destnîşan kir ku ji ber zuhabûnê buhayê sewalan bi awayekî zêde daket û vê yekê jî bandor li xwediyên sewlan kir, hejmareke mezin ji wan sewalên xwe firotin û ji ber wê jî çavkaniya debara jiyana xwe winda kir.

Hevserokê Aborî yê herêma rojavayê Dêrazorê Hisên El-Hesanî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo madeyên xwarinê, herêm ji derve tîne. Bilindbûn û daketina dolar a bilez bandor li kirîna welatiyan li herêmê kir. Her wiha kehrebe ji ber kêmbûna ava Firatê bandor bû û ji ber wê jî barê welatiyan di aliyê aborî de û di peydakirina çavkaniya kehrebeyê de, girantir bû."

(bx)

ANHA