Şêniyên Helebê: Dewleta Tirk nikare rê li pêş fikirê rêber Ocalan bigire

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê diyar kir ku dewleta Tirk çiqasî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir bike, dê nikaribe rê li pêşiya fikirê wî bigire, ji ber rêber Ocalan Îmralî ji devereke nebaş veguherand cihekî akademî da ku fikirê azad belav bike.

Şêniyên Helebê: Dewleta Tirk nikare rê li pêş fikirê rêber Ocalan bigire
1 tîrmeh, 2021   07:55
HELEB-HENAN MIHEMED

Li hemberî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bertekên gelê Kurd zêdetir dibin, li hemberî siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker a li dijî rêber Ocalan pêk tîne, nahêle bi malbat û parêzerê xwe re bicive, civaka navneteweyî bê deng e.

Têkildarî mijarê ajansa me hevpeyvîn bi şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê re çêkir.

ꞌBI RIHÊ BERXWEDANÊ EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVINꞌ

Şêniyê bi navê Mehmûd Hec Reşîd ê ji taxa Şêxmeqsûdê diyar kir ku ji beriya 22 salan ve dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran dimeşîne û dixwaze bi vê yekê fikirê rêber Ocalan ku banga azadiya gelê bindest dike, biçewisîne.

Mehmûd Hec Reşîd wiha domand: "Tevî ku dewleta Tirk tecrîd li ser rêber Ocalan giran kiriye û nahêle malbat û parêzer pê re bicive, lê dîsa jî gelê azadîxwaz fikirê wî yê azad bingeh girt."

Der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê Hec Reşîd wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi tevahiya rêbazan hewl dide Kurdan li her deverê bike armanc, da ku banga mafên xwe nekin, ji ber ku hebûna wan gefan li siyaseta wê ya desthilatî û kapîtalîst dixwe."

Hec Reşîd îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî taxa Şêxmeqsûdê ku destpêka 2016`an pêk anîne, kir û got: "Bi rêya rêxistinkirina gel li ser bingeha rêgeza şerê gel ê şoreşgerî, da ku parastina erd û destkeftiyên xwe bikin ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, ev êriş têkçûn."

Hec Reşîd wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em çawa di şerê li taxa Şêxmeqsûdê de bi ser ketin\, em ê teqez di şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî bi ser kevin, ev jî bi rihê berxwedana şêniyan pêkan e."

ꞌBI TECRÎDÊ NIKARIN GEL JI FIKIRÊ RÊBER OCALAN DÛRÎ BIXINꞌ

Şêniya bi navê Narîn Hemdo îşaret bi siyasetên dewletên kapîtalîst kirin, di serî de dewleta dagirker a Tirk ku êrişî Kurdan dike da ku hebûn, dîrok û çanda wan ji holê rake.

Narîn Hemdo da zanîn ku gelê fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh girt, ku banga biratiya gelan dike, dê ev siyaset nikaribe wan ji berxwedanê bi dûr bixe.

Di dawiyê de Narîn Hemdo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got divê civaka navneteweyî dev ji bêdengiya xwe berde û bizanibe ku çiqasî tecrîda li ser rêber Ocalan girantir bike, ewqas dê nikaribin gel ji fikirê wî bi dûr bixin.

ꞌRÊBER OCALAN ÎMRALÎ VEGUHERAND AKADEMIYEKÊ DA KU FIKIRÊ AZAD BELAV BIKEꞌ

Şêniyê bi navê Mistefa Mihemed Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk çiqasî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir bikin, dê nikaribin pêşiya fikirê azad bigirin û ev lê zêde kir: "Rêber Ocalan Îmralî ji devereke nebaş veguherand akademiyekê da ku fikirê azad, belav bike."

Mistefa Elî bal kişand ser bêdengiya navneteweyî û got ew hevkarên dewleta Tirk in û ev nirxandin  kir: "Di ferzkirina tecrîda li ser rêber Ocalan de ew hevkarên dewleta Tirk in, ji ber ku siyaseta wan a desthilatî û sermayedarî bi siyaseta dewleta Tirk re yek e, ji lew re li hemberî vê siyasetê bê deng in."

Mistefa Mihemed Elî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Rojava dike, da ku  vîna Kurdan têk bibe û hebûna wan jî tune bike, lê divê yekitiyeke kurdî were avakirin da ku van planan têk bibin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gUbSRmPrf0w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>