Piştî hişyariya Hêzên Ewlekariyê, kesên revandî hatin berdan

Hêzên Ewlehiya Hundirîn di derbarê revandina 20 xwediyên firoşgehan ên Kurd ku ji aliyê çeteyên Dîfa El-Wetenî yê girêdayîn hêzên hikumeta Şamê ve hatibûn revandin, hişyarî dabû hikumeta Şamê ku tavilê berdin. Kesên ku hatibûn revandin, hatin berdan.

Piştî hişyariya Hêzên Ewlekariyê, kesên revandî hatin berdan
30 hezîran, 2021   21:34
HESEKÊ

Nûçegihanê me li Hesekê li gorî berpirsekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn, ragihand ku hêzên hikumeta Şamê 20 xwediyên firoşgehên bazirganiyê yên Kurd ku ji aliyê çeteyên Dîfa El-Wetenî ve hatibûn revandin, piştî hişyariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn serbest berdane.

Nûçegihanê me duh diyar kir ku di saetên piştî nîvro de çeteyên Dîfa El-Wetenî li Murebe El- Emnî (Çargoşeya Ewlehiyê) a li bajarê Hesekê 20 xwediyê firoşgehên bazirganiyê yên Kurd revandin.

Çavkaniyên ji hundirê Sûka Navendî ji nûçegihanê me re diyar kiribû ku çeteyan firoşgehên ku ên Kurdan e, şikandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di vê derbarê de hêzên hikumeta Şamê hişyar kiribû û bang li wan kiribû ku kesên ku revandine tavilê berdin.

ANHA