Berjewendiyên hegemonyayê ketin pêşiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê

Berjewendiyên hegemonyayê ketin pêşiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê
1 tîrmeh, 2021   05:34

Ahmet Birsin

Pirsgirêkên binyadî yên modernîteya kapîtalîst û kaosa wê her ku diçe zêdetir dirize û ber bi hilweşînê ve diçe. Bi mudaxale û restorekirinan sîstema hegemonîk nikare bê tedawîkirin. Piştî civîna NATO'yê ya piştî Civîna Bilind a G7’an, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê bi mêvandariya Îtalyayê vê carê li Romayê li hev civiyan. Her çend rojevên van civînan cuda bin jî, di esasê xwe de têkiliya wan xurt e. Armanc ji rêzecivînên lidarxistî ev e; ji bo modernîteya kapîtalîst bi bandor bikin û îdeolojî û tevgerên alternatîf ên derdikevin holê, bê bandor bikin.

Amerîka ew hem di belgenameya stratejîk de û hem jî di dawiya danezane piştî NATO’yê de ku dibêje ew dixwaze bêtir bala xwe bidin ser Çînê ku wek dijminê xwe yê serekî dibîne û her wiha bala xwe bidin ser Rûsyayê jî ku wê jî wek dijminê xwe ragihandiye. Ji ber vê yekê, ji bo parastina berjewendiyên serdema nû, di serî de berê xwe dide herêma transatlantîkê, di heman demê de ji bo parastina berjewendiyên serdema nû, dixwaze li dijî rêxistinên li Rojhiata Navîn li ser bingeha lihevkirina hevpar a berjewendiyên xwe dest bi têkoşînê bike. DAIŞ yek ji wan rêxistinan e. Ji ber vê yekê dixwaze bi ji nû ve birêxistinbûnekê di nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê de çêke û ji vê civînê encamê bigire.

DI NAVA KOALÎSYONÊ DE YÊN KU BI DAIŞ'Ê XWEŞ IN

Ev pêngavên ku bi hatina Biden re bi lezeke qirêjî bi pêş ketin, li ser daxwaza DYA'yê koalîsyona li dijî DAIŞ'ê anî cem hev. Ji bilî 81 welatên beşdar, ji bo civînê Tirkiye û Qeter jî hatin vexwendin. Tevî ku jê re ‘koalîsyona li dijî DAIŞ’ê’ tê gotin jî, welatên di nava koalîsyonê de yên bi rastî jî li dijî DAIŞ'ê şer nakin, berevajî wê bi DAIŞ'ê re tev digerin jî tê de cih girt. Ne veşartî ye ku Tirkiye ya bi serkêşiya Erdogan yek ji wan aliyan e ku bi DAIŞ'ê xweş e û Qeter a di bin serokatiya Temîn Bin Hemad El-Sanî de gelek caran bi DAIŞ'ê re tev geriyan, bi rê ve birin û desteka leşkerî û aborî dan DAIŞ'ê.

HETA KU LI DIJÎ TIRKIYE Û QETERÊ TÊKOŞÎN ÇÊNEBE, DAIŞ TUNE NABE

Li aliyekî din, gelek welatên Rojhilata Navîn ku divê li dijî DAIŞ'ê şer bikin, li gorî berjewendiyên xwe li dijî hev in. Tirkiye serkêşa wan e. Rêxistinên wekî Tehrîr El-Şam, El-Nusra ya ser bi El-Qaîde ve, Artêşa Azad û DAIŞ'ê ku beşek çeteyan in ku Tirkiye û Qeterê têkiliyên herî nêz bi wan re hene. Tirkiye û Qeter desteka xwe ji van rêxistinên di lîsteya "terorîzmê" ya DYA'yê de dê çawa qut bikin; ev yek mijara gumanbariyê ne. Ji ber ku Tirkiye û Qeter welatên Rojhilata Navîn û Ewropaya rojava bi van çeteyan tehdît dikin. Misir çawa dikare li rex van welatan bisekine bêyî ku piştgiriya Tirkiye û Qeterê ya ji bo Îxwan Muslîmîn qut bibe.

Ji aliyekî din ve xewnên Osmaniya Nû yên Tirkiyê gefan li gelek welatên Ereb dixwe. Destwerdanên wê yên krîtîk bi rêya çeteyan ku bi taybetî şandin Sûriye, Lîbya, Yemen, Iraq, Misir û Ermenistanê, gelek welatên Ereb xistin nava pozîsyoneke li dijî Tirkiyê. Bi taybetî desteka wê ya ji bo Îxwan Muslimîn û destwerdanên wî yên li Misirê hîn jî ajandeyeke girîng in. Heta ku ev nakokî hemû çareser nebin, ma dê encamên çawa ji civîna Romayê derkevin?

Di civîna Romayê de hêzên sereke yên wekî QSD'ê ku şerê DAIŞ'ê dikin, nehatin vexwendin. Têkoşîna li dijî welatên ku bi DAIŞ'ê re hevkariyê dikin û DAIŞ'ê dikin amûrek ji bo belavbûna wê ya leşkerî û siyasî, nebûye rojeva sereke. Îro QSD ku li Reqayê dawî li dewleta DAIŞ’ê anî û hê jî şerê herî bi bandor li dijî wê dike, di bin ambargo û êrişên dewleta Tirk de ye. Her wiha li Rojava, Şengal, Mexmûr, Kerkûkê PKK di bin êrişên dewleta Tirk û PDK'ê de ye. Heta ku koalîsyona li dijî DAIŞ'ê li dijî vê feraseta ku DAIŞ'ê xwedî dike, şer neke, heta ku ev dewlet nesekinin, dê koalîsyona li dijî DAIŞ'ê bi rastî durist nebe.

LI ROMAYÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê JI SOZ Û EHDAN WÊDETIR NEÇÛ

Ji ber vê yekê, dema mirov li deklarasyona piştî civîna Romayê dinêre; hat gotin ku 'soz hatiye dayîn ku li gel hemû hewldanên di nava koalîsyonê de hevkariyê xurt bikin'. Ji ber vê yekê koalîsyoneke têkoşînxwaz dernexistin holê. Mînak; endamên DAIŞ'ê yên ewropî yên îro di destê QSD'ê de hatine girtin, bi darizandineke rast û durist venagerînin welatên xwe. Hevjîn û zarokên endamên DAIŞ'ê ku li kampa Holê ne, ji aliyê van welatan ve nayên qebûlkirin. QSD vî barî hildide ser milê xwe. Beriya niha bangên DYA'yê û wezîrê karên derve yê DYA'yê Blinken ên 'vegerandina DAIŞ'iyan’ çêbûn lê nekarîn vê yekê wek biryarekê ragihînin.

DAIŞ TUNE NEBÛ Û JI BO ARMANCÊN NÛ TÊ XURTKIRIN

Her kes dizane ku DAIŞ neqediyaye.  Di daxuyaniya civîna Romayê d de bal kişandin ser ku hêzên koalîsyonê yên li dijî DAIŞ'ê 'pêwîstiya wan bi çalakiyeke koordîneyî heye' lê belê her ku diçe li Afrîka û Rojhilata Navîn xurttir dibe. Pirsa rast ev e; gelo bi rastî jî dixwazin DAIŞ’ê tune bikin? Heke dê biqede, tê zanîn ku Tirkiye destekeke cidî dide DAIŞ'ê û çeteyên pêşeng ên DAIŞ'ê di nava Artêşa Azad de cih girtin û her wiha şandin Lîbyayê ku nav û wêneyên wan jî eşkere bûn. Ji ber vê yekê çima cezayek li Tirkiyê nayê birîn? Diviyabû Tirkiye û Qeter di civîna Romayê de bihatana şermezarkirin. Lê belê tê zanîn ku ev yek di vê hevdîtinê de pêk nehat.

Wek encam; tu cudahiya tiştên ku Tirkiye û çeteyên wê îro li Efrînê dikin û tiştê ku DAIŞ dike, tune ye. Lê belê DYA’yê di civîna Romayê de guh neda vê yekê. JI bo ku Tirkiye û Qeterê ji Rûsyayê dûr bigirin û nêzî konsepta nû ya NATO’yê bikin, xwestin li Idlibê bi derxin pêşberî Rûsyayê. Di vî warî de ne stratejiya DYA’yê ya şerê li dijî DAIŞ'ê û ne jî stratejiya Rûsyayê ya şerê li dijî DAIŞ'ê û di dawiyê de çareseriya pirsgirêka Sûriyê ku di civîna Romayê de wek rojeva girtî hate nîqaşkirin, nehate eşkerekirin. Lewma jî ev civîn di heman demê de girêka nû ya bêçareseriyên Cinêv û Astanayê ye.