​​​​​​​Bi boneya 25`emîn salvegera şehadeta Zîlan çalakî hatin lidarxistin

Şêniyên Hesekê, Reqa û Kobanê bi boneya salvegera 25`emîn şehadeta şehîd Zîlan çalakiyên cur bi cur li dar xistin, tê de hat diyarkirin ku şehadeta Zîlan wekî zayîneke nû ya roka azadiyê ye.

​​​​​​​Bi boneya 25`emîn salvegera şehadeta Zîlan çalakî hatin lidarxistin
​​​​​​​Bi boneya 25`emîn salvegera şehadeta Zîlan çalakî hatin lidarxistin
​​​​​​​Bi boneya 25`emîn salvegera şehadeta Zîlan çalakî hatin lidarxistin
​​​​​​​Bi boneya 25`emîn salvegera şehadeta Zîlan çalakî hatin lidarxistin
​​​​​​​Bi boneya 25`emîn salvegera şehadeta Zîlan çalakî hatin lidarxistin
​​​​​​​Bi boneya 25`emîn salvegera şehadeta Zîlan çalakî hatin lidarxistin
​​​​​​​Bi boneya 25`emîn salvegera şehadeta Zîlan çalakî hatin lidarxistin
​​​​​​​Bi boneya 25`emîn salvegera şehadeta Zîlan çalakî hatin lidarxistin
30 hezîran, 2021   20:56
REQA

Bi dirûşmeya"Werin cenga azadiyê" vê êvarê Yekitiya Jinên Ciwan li Reqayê bi merasîmekê li hola Tac şehîd Zîlan bi bîr anî. Nûnerên Rêveberiya Xweser, rûspiyên eşîrên herêmê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê û bi dehan welatî tev li merasîma bibîranînê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamên Meclisa Jinan a Taxê Rimêla Şêrîn Qewas û Emara Bozan axivîn.

Axîveran bi xêrhatina beşdaran kir  û diyar kir ku ev roj rojeke dîrokî ye, nexasim ji bo jinan, şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî rêya azadiyê nexşe kir.

/ar/uploads/files/2021/06/30/195209_kwthr-alaly.webp

Li ser navê Yekitiya Jinên Azad Kewser Elî wiha got :"Bi navê jinên ciwan ên Reqayê û di salvegera 25`emîn de em hevrê Zîlan xwedawenda azadiyê û mirovahiyê bi bîr tînin, ku ev yekemîn çakaliya fedayî ye û li Tirkiyê serkeftî derbas bû, ev çalakî bersiva sûcên faşîzmê û sûcên dermirovî yên ku li dijî gelan pêk anî, ne tenê li dijî Kurdan, lê li dijî tevahiya pêkhateyên herêmê, ji ber vê yekê em şehîd Zîlan wekî mîrateya têkoşînê dibînin."

/ar/uploads/files/2021/06/30/195153_smyrh-alaly.webp

Li ser navê Kombûna Jinên Zenûbiya Semîre El-Elî axivî û got ev roja ku dîrokê mezintirîn efsaneya qehremanî û têkoşîn tê de nexşe kir, şehîd Zîlan ji bo her jineke têkoşer sembolek e û şopdara vê rêya ku ji me re ronî kir. Şehadeta wê zayîneke nû ya roja azadiyê ye ku bi saya wan şehîdan ronî da.

Merasîm bi pêşkêşkirina şanoya der barê jiyana şehîd Zîlan de bi dawî bû.

HESEKÊ

Kongreya Star a bajarê Hesekê salvegera 25`emîn a şehîd Zîlan bi pêşangeheke wêneyên şehîdan ku li baxçeyê Xebûr a taxa Til Hecer li dar xistiye, bi bîr anî.

Şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Kongreya Star beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên şehîdên meha Hezîranê, wêneyên şehîd Zîlan û alên Kongreya Star hatin xemilandin.

/ar/uploads/files/2021/06/30/195452_rjaa-alsalh.webp

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Koordînasyona Kongreya Star Nedaa El-Salih peyama şehîd Zîlan bi zimanê erebî xwend.

/ar/uploads/files/2021/06/30/195536_wlydh-bwty.webp

Li aliyekî din jî endama Koordînasyona Kongreya Star Welîde Botî axivî û got: "Azdiya ku em niha tê de dijîn, mîrateya şehîd Zîlan û tevahiya şehîdên ku canê xwe ji bo azadî û rûmeta civakê daye."

Welîde Botî di dawiya gotina xwe de piştrast kir ku heta bigihêjin azadiya xwe, ew ê şopdarên rêya şehîd Zîlan û tevahiya şehîdan bin.

Piştî gotin bi dawî bûn, der heqê jiyana şehîd Zîlan de sinivîzyonek hate pêşandan û dûvre Kongreya Star ciwanên navên şehîd Zîlan rakirine xelat kirin.

Di dawiya çalakiyê de Koma Şehîd Zîlan û Koma Tolhildan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya herêma Dirbêsiyê komek stranên şoreşgerî û floklorîk pêşkêş kir.

KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi meşeke meşeleyan salvegera 25`emîn a şehîd Zîlan bi bîr anî.

Meş ji pêşiya Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve çû, beşdaran sloganên"bijî berxwedan gerîla û şehîdan" berz kirin.

Li Qada Şehîd Egîd beşdaran deqeyeke rêzgirtin girt, piştre endama Nivîsgeha Çapemeniyê ya PYD`ê ya Herêma Firatê Menal Bozan daxuyanî xwend.

/ar/uploads/files/2021/06/30/195521_mnal-bwzan.webp

Daxuyanî wiha ye:"Piştî 25 sal di ser şehadeta şehîd Zîlan re derbas bû ku li dijî dijmin çalakiya fedayî pêk anî, Zîlan li dijî dagirkeriya faşîst şer kir û 30`ê Hezîranê di nava dijmin de agir berda canê xwe.

Berdêla ku gelê Kurd ji bo vîna xwe misoger bike, li kêrî dewleta faşîst nehat, ji lew re hewl dide vîna azad têk bibe. Lê belê şehîdên Kurd bi rêya dîroka xwe misoger kir ku ew ji bilî azadiya gelê xwe tiştekî qebûl nakin.

Di dawiyê de divê ciwan dakevin qadan û bi rihê Zîlan tev bigerin ji ber ku azadî bi hêsanî nayê bidestxistin."

(eh)

ANHA