Hevya Sor a Kurd alîkariyên tenduristî ji Rêxistina Nehrey a Mirovahî wergirtin

Heyva Sor a Kurd 20 hezar paketên derman ji Rêxistina Nehrey a Mirovahî ku ji Başûrê Kurdistanê bi rêya dergeha Sêmalka şandine, wergirtin.

Hevya Sor a Kurd alîkariyên tenduristî ji Rêxistina Nehrey a Mirovahî wergirtin
Hevya Sor a Kurd alîkariyên tenduristî ji Rêxistina Nehrey a Mirovahî wergirtin
Hevya Sor a Kurd alîkariyên tenduristî ji Rêxistina Nehrey a Mirovahî wergirtin
Hevya Sor a Kurd alîkariyên tenduristî ji Rêxistina Nehrey a Mirovahî wergirtin
Hevya Sor a Kurd alîkariyên tenduristî ji Rêxistina Nehrey a Mirovahî wergirtin
30 hezîran, 2021   16:59
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd 20 hezar paket ji dermanên cur bi cur û destwerdanên lezgîn ji Rêxistina Neyrey a Mirovahî bi rêya dergeha Sêmalka wergirtin.

Alîkariyên tenduristî ji 20 paketên dermanên şewatê, nexweşiyên çavan, derman êşbirê, dermanên lezgîn, şaşiyên tibî, pêk tên.

Di dema wergirtina derman û aliyên tenduristî ji Heyva Sor a Kurd re, Hevserokê Heyva Sor a Kurd a herêma rojhilat, Dr. Ehmed Şêxmûs wiha got: "Em spasiya Rêxistina Neyrey a Mirovahî ji bo pêşkêşkirina made û alîkariyên tenduristî dikin, ev cara 3’yemîn e û em bi hêvî ne ku mîna van însiyatîfan berdewam bikin."

Şêxmûs wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rêxistina Nehrey a Mirovahî dermanên şewatê, êşbir, derziyên îltîhabê û dilopên çavan. Em spasiya vê rêxistinê ji bo pêşkêşkirina van pêdiviyên tenduristî û dermanên ambulancê dikin."

(fr)

ANHA