Li Tebqayê 2’yemîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê li dar ket

Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê 2’yemîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê bi dirûşma "Ey zarokên cîhanê ji bo zarokatiya bi me re me bistirên" li dar xist. Tê de zêdetirî 160 zarok beşdar bûn stranên gelêrî, folklorî, kurdî û her wiha şano pêşkêş kirin.

Li Tebqayê 2’yemîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê li dar ket
Li Tebqayê 2’yemîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê li dar ket
Li Tebqayê 2’yemîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê li dar ket
Li Tebqayê 2’yemîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê li dar ket
Li Tebqayê 2’yemîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê li dar ket
Li Tebqayê 2’yemîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê li dar ket
Li Tebqayê 2’yemîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê li dar ket
Li Tebqayê 2’yemîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê li dar ket
30 hezîran, 2021   16:47
TEBQA

2’yemîn Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokatiyê li ser dika çandê ya Tebqayê li dar ket. Berhemên ku hatine pêşkêşkirin, asta girêdana kûr a gelên herêmê bi axa xwe û bi cewhera çanda xwe ya kevnar ve rave kirin.

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de bi sedan şênî, zarok, nûnerên Rêveberiya Sivîl û Leşkerî, tîmên hunerî yên Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê, tîma Beraêm El-Firat a stranan, Rîayêt El-Eytam, Zarokên Firatê, Zarokên Aştiyê, tîma Stranan a Çanda Kurdî, Malbatên Şehîdan û Zihûr beşdar bûn. Her wiha gelek berhem ji aliyê tîma El-Cirniye ya stranan û hunerên gelêrî ve hatin pêşendan.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El-Eleya axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û bi navê hevserokatiya Meclisa Rêveber Hind El-Elî axivî û lidarxistina mîhrîcanê li şêniyan pîroz kir ku roleke mezin di pêşxistina behreyên zarokan de dilîze. 

Piştî bidawîbûna axaftinan tîmên zarokan berhemên xwe yên hunerî pêşendan di nav de tîma Beraêm El-Firat.

Paşê şanoyek bi navnîşan `Paqijî îman e` hat pêşendan ku armanc wê ew e ku zarok pabendî rêgezên paqijiyê bin da ku xwe ji nexweşiyan biparêzin.

Girêdayî mijarê hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Elî El-Eleya ji ajansa me re axivî û got: “Armanca me ya sereke ew e ku xwedî li behreyên zarokan derkevin û pêş bixin.”

El-Eleya piştrast kir ku piraniya berhemên ku hatin pêşendan daxwazên zarokan bû bi taybet stranên gelêrî yên herêma Firatê ya pirreng.

Di mîhrîcanê de zêdetirî 160 zarok beşdar bûn. Berhemên xwe yên mîna stran, lêdana amûrên mûzîkê, şano û dengbêjî pêşendan.

Di dawiya roja yekemîn a mîhrîcanê de Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê zarokên ku beşdar bûne, xelat kirin.

Tê payîn ku mîhrîcan 3 rojan heta 2/7/2021`an li herêma El-Cirniye bidome.

(şx)

ANHA