​​​​​​​Tevgera Jinan a Komunîst şaxê Kobanê sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan şermezar kirin

Tevgera jinên Komunîst a Şoreşger şaxê Herêma Firatê daxuyaniyek da raya giştî û tê de sûcên hêzên ewlehiyê yên Tirk ên li dijî jinan bi taybet hedefgirtina Deniz Poyraz şermezar kirin.

​​​​​​​Tevgera Jinan a Komunîst şaxê Kobanê sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan şermezar kirin
30 hezîran, 2021   17:27
KOBANÊ

 Tevgera Jinên Ciwan a Partiya Komunîst li qada Jina Azad a li Kobanê daxuyanî da. Endama tevgerê bi tevlêbûna bi dehan jinan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tevgerê sûcên hêzên ewlehiyê yên li dijî jinan ên di vê dawiyê de li Tirkiye û derveyî wê şermezar kirin bi taybet hedefgirtina Deniz Poyras û wê weke sûcekê li dijî mirovahiyê bi nav kir.

Di daxuyaniyê de tevgerê diyar kir ku çavên dewleta Tirk qebûl nake jin bigihêjin azadiya xwe ji ber wê bi tevahiya rêbazan hewl dide vîna jina azad têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de tevger bang li jinên cîhanê kir ku bi yekrêzî li ber xwe bidin, alîkariya jinên bindest bikin bi taybet jinên li Tirkiye ku rastî zulmê tên.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bnXbh_0yUnI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>