Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê şehîd Zîlan bi bîr anî

Yekitiya Jinên Ciwan ên Tebqayê bi daxuyaniyekê şehîd Zîlan bi bîr anî û tê de destnîşan kir ku Zîlan bingeh û hîma jina azad e, ji ber ku berdêlên wê berhem da û ronahiya azadiyê jî pêxist.

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê şehîd Zîlan bi bîr anî
30 hezîran, 2021   16:08
TEBQA

Daxuyanî li pêşiya avahiya Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi beşdariya endamên yekitiyê, gelek rêveberên saziyên sivîl û leşkerî yên Tebqayê hate xwendin. Endama Yekitiya Jinên Ciwan Beyda El-Xidir daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em îro kesayeta şehîd Zîlan bi bîr tînin ku bingeh û hîma jina têkoşer  û azad e, ji ber ku bi fedekariya xwe berhem da û ji bo tevahiya gel û jinan bi taybet ronahiya azadiyê pêxist, îro em bi saya têkoşîna wê rêya azadiyê berdewam dikin.

Zîlan ji bo dijminên azadiyê yên ku jinên têkoşer dikin armanc û hewl didin vîna wan bişikînin, jiyana xwe feda kir.

Em bi  navê jinên Tebqayê, bang li tevahî azadîxwazên cîhanê û têkoşeran dikin ku li hember Erdodan ê sûcdarê serdemê bisekinin, sûcên wî yên li dijî gelên herêmê red bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2Ulng622PmY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>