Jinên Dêrazorê şehîd Zîlan bi bîr anî

Jinên Dêrazorê şehîd Zîlan û şehîdên meha Hezîranê bi beşdariya nûnerên jinên Meclisa Herêmî û Rêveberî, endamên hemû saziyên sivîl û leşkerî bi bîr anîn.

Jinên Dêrazorê şehîd Zîlan bi bîr anî
Jinên Dêrazorê şehîd Zîlan bi bîr anî
Jinên Dêrazorê şehîd Zîlan bi bîr anî
30 hezîran, 2021   15:35
DÊRAZOR

Civîn li herêma Kesra ya gundewarê Dêrazorê li dar ket, civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama şaxê Partiya Sûriya Pêşerojê Eyşe Mesûd axivî û behsa jiyana şehîd Zîlan û şehîdên meha Hezîranê yên ku ji Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bûn mîras, kir.

Eyşe Mesûd wiha domand: "Îro em şehîd Zîlan û tevahiya şehîdên ku di berxwedanekê de ku dê dîrok wê bi bîr bîne, dengên xwe gihandin hemû cîhanê, bi bîr tînin."

Eyşe Mesûd wiha axivî: "Di vê bibîranînê de em dikarin bibêjin ku destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê sedema sereke ya guhartina nêrîna siyasî ya li hemberî gelê Sûriyê ye, ku ji cîhanê tevahî re isbat kir ku em yek gel in û tu cudabûn di navbera pêkhateyan de tune ye, me karî nêrîna cîhanê tevahî li hemberî gelê xwe biguherin, di heman demê de me karî bi hevgirtina xwe nexasim piştî têkçûna DAIŞ`ê û sekna li dijî êrişên dagirkeriya Tirk tevahiya siyasetan biguherin, ger em li dîrokê vegerin em komkujiyên ku dagirkeriya Osmanî li dijî gelê Sûriyê pêk anîne ji bîr nakin, îro bibîranîna me ya ji şehîdan re em soza şopandina rêya şehîdan nû dikin, da ku azadiyê bi dest bixin û demokratiyê jî pêk bînin."

Eyşe Mesûd da zanîn ku pişît ku jin ji kolteyê rizgar bûn, xwe îsbat kir û îro dikare tevahî armancên jiyanê pêk bîne, divê tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî bin û li hember şehîdan wefedar bin.

Civîn bi sloganên"Bijî berxwedana şehîd Zîlan û şehîd namire" bi dawî bû.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/U2RfvLqecrQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>