Bijîşkên tiba edlî: Nîşaneyên kêmbûna oksejînê li ser mejî hene, tu îşkence tune ne

Bijîşka tiba edlî di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku piştî cenazeya Emîn Îsa hate kişfkirin, hate diyarkirin ku sedema wefatê ji ber kêmbûna oksejînê li ser mejî ye, ji mafên malbata Emîn e ku bi rêya avakirina komîteyeke tibî ya pispor careke din cenazeyê kontrol bikin.

Bijîşkên tiba edlî: Nîşaneyên kêmbûna oksejînê li ser mejî hene, tu îşkence tune ne
30 hezîran, 2021   14:42
HESEKÊ

Bijîşkên tiba edlî  ku cenazeyê Emîn Îsa yê ku di encama felca mejî de wefat kir, civîneke çapemeniyê li nexweşxaneya gel a Hesekê li dar xist û tê de îşaret bi teşxîskirina cenazeyê kir.

Bi dehan dezgehên çapemeniyê, bijîşka tiba edlî Mihemed Seîd Şilaş , bijîşkê nûjdariyê Mihemed Ehmed Xelef û bijîşk Mesûd Ehmo beşdarî kongreyê bûn.

Bi armanca şîrovekirina detayên kişfkirina cenazeyê Emîn Îsa ku 28`ê Hezîranê wefat kir, bijîşk Mihemed Seîd Şilaş destpêka kongreyê axivî û got: "Ji ber ku ez bi tenê bijîşkê tiba edlî yê kantona Hesekê me, ez ji aliyê xwe ve hemû hûrgiliyên girêdayî tiba edlî eşkere dikim her wiha ez rapora xwe li gorî berjewendiyên mirovî û di qada pîşeya xwe de rastiyê diyar dikim."

Şilaş ev li gotina xwe zêde kir: "28`ê Hezîranê saet di 12:30’an de navenda tibî ya li taxa Xiwêran ez vexwendin, lê min çavkanî nedizanî, lê ji min re hat gotin cenazeyek heye û divê tu teşxîs bikî, heta min navê kesê mirî, temenê wî û tu agahiyên der barê wî de jî nizanîn. "

bijîşkê tiba edlî xebata kişfkirina cenazeyê şîrove kir: "Dema min li ber komeke doktoran cenaze vekir, mirî bi çarçefeke bi rengê qurşînî hatibû pêçan û li ser textekî hesin bû,  dema min çarçef ji ser çavên wî rakir, min dît ku rût e û rewşa tenduristiya wî baş e.

Ew yekî ne zêde dirêj e û hinekî girse, por reş û rihên pir bûn, piçik xwîn ji devê wî derketibû û me dest bi kontrolkirina serî, por, rû, çav, dev û heta bi poz kir."

Şilaş wiha pê de çû: "Dema me çavên wî vekirin, me ji aliyê çepê heta rastê xetên xwînê dîtin, ev jî yek ji  nîşaneyên mirinê ye, paşê me ji tirsa xeniqandinê re dev vekir, da ku em teqez bibin diran ne li ser hev in ku nefes qut nebe."

bijîşkê tiba edlî got: "Di encama kişfkirinê de me dît ku rûyê wî şîn e, her wiha şînbûn di jora her du guh, poz û lêvan de hate dîtin, dûvre qirik hate kontorlkirin da ku şopên werîs werin kontrolkirin, di heman demê de her du aliyên jor, zind, milên rastê û çepê jî hatin kontrolkirin û me bi rêya girtina kefa dest an jî kişandina neynokê yan  jî her tiştekî ku were dîtin heke tundî lê hatiye kirin , lê me nedît."

bijîşkê tiba edlî ev nirxandin kir: "Her du kefên destên wî hatin kontrolkirin û biniya neynûkên dirêj jî hatin kontrolkirin, paşê me li piştê jî nêrî, sîng, zik, lê me tu nîşaneyên tundiyê û lêdanê nedîtin, me cenaze zîvirand da ku em dema wefatê piştrast bikin, me dît ku şînbûn heye. Ew şînbû jî piştî du saetan an jî 3 saetan ji wefatê çêdibe û heta piştî 12 saetan ji mirinê temam dibe."

Şilaş bal kişand ser wî nizanîbû kesê mirî di girtîgehê de bû û got: "Bi rêya nêrîna destpêkê ya li ser awayê diran û şekil, me got ew di dawiya 40 saliyê de ye, li ser dîtinên heyî û nîşaneyên diyar me teşxîsa felcê ya ji ber kêmbûna oksejînê danî, şopa xwîna ji dev û ji guhekî û ji çav, di heman demê de di çav de jî tebeqeyeke gelatinî çêdibe û me derdora saet yekê û nîvê danê nîvro teşxîsa cenazeyê bi dawî kir û me 9 saet ji bo kişifkirinê danî, lê hate diyarkirin ku mirin saet derdora 3`yê şevê bû."

ꞌMALBAT DIKARE XWESTEKA AVAKIRINA KOMÎTEYEKE TIBÎ BIKE KU CENAZEYÊ KONTROL BIKEꞌ

Bijîşkê tiba edlî da zanîn ku beriya kişifkirina cenazeyê çend wêne ji cenazeyê re girtiye, lê ji belavkirina wêneyên li ser medyaya civakî mat ma, malbata kesî mirî dikare xwesteka avakirina komîteyeke tibî bike  ku cenaze û encama raporê kontorl bike.

Li aliyekî din jî, bijîşkê nûjdariyê Mihemed Xelef axivî û got wêneyên li ser malperên medyaya civakî belav bûne ne yên Emîn Îsa ne, ji ber ku birîn di serî de heye û wan piştî cenaze kişf kirin, ev li ser cenazeyê nedîtine.

Mihemed Seîd Şilaş di dawiyê de diyar kir ku cenaze ji ber tijîbûna mejî ji xwînê, di dema dilive de xwîn diherike, lê ji mafên malbatê ye ku bi rêya avakirina komîteyeke tibî ya pispor ji nû ve cenazeyê kontorl bikin û rastiyê eşkere bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SKEXrtZIN_o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Su6F-0Jy1gg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>