Çalakiya Şehîd Zîlan bersivdana komployên li dijî rêber Ocalan e

Çalakgerên jin gotin şehîd Zîlan sembola jina azad a ber bi rizgariyê ve ye û bi hezaran jin li ser şopa wê meşîn.

Çalakiya Şehîd Zîlan bersivdana komployên li dijî rêber Ocalan e
Çalakiya Şehîd Zîlan bersivdana komployên li dijî rêber Ocalan e
Çalakiya Şehîd Zîlan bersivdana komployên li dijî rêber Ocalan e
Çalakiya Şehîd Zîlan bersivdana komployên li dijî rêber Ocalan e
30 hezîran, 2021   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

30’yê Hezîranê salvegera 25’emîn a şehadeta Zeyneb Kinaci (Zîlan) e ku çalakiya fedayî li dijî artêşa Tirk a dagirker li Dêrsimê di 1996’an de pêk anî û rêber Ocalan şehîd Zîlan bi manîfestoyê wesif kir.

Ji bo bîranîna şehadeta Zîlan, Kongreya Star a Herêma Efrînê û Girê Spî civîn li dar xist.

ŞEHBA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uwnw2v0HlhI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Civîn li ser dikeya Mîtan a li navçeya Ehdasê li dar ket, dike bi wêneyên şehîd Zîlan, Denîz Poyraz û wêneyên rêber Ocalan hat xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzigirtinê, dîmenên ji têkoşîna şehîd Zîlan û rola wê di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de hatin pêşandan.

Dûvre endama rêveber a Kongreya Star a Herêma Efrînê Newroz Efrîn axivî û şehîd Zîlan û tevahî şehîdên meha Hezîran bi bîr anîn.

Newroz Efrîn di dawiyê de wiha got: "Şehîd Zîlan çalakiya fedayî li hember planên li dijî rêber Ocalan pêk anî. Zîlan sembola jina azad e û bi hezaran li ser şopa wê meşîn."

Li dawiyê koma Avêsta ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn stran pêşkêş kirin.

EYN ÎSA

Li navçeya Eyn Îsayê civînek li dar ket, tê de endama Kongreya Star a Eyn Îsayê Cîhan Elî ş qurbaniyên têkoşberan ên li dijî faşîsta Tirk bi bîr anî, mîna şehîd Zîlan, Sakîne, Arîn û Avêsta.

Cîhan Elî behsa girîngiya meha Hezîranê kir û bi meha berxwedanê wesif kir û wiha got: "Di her rojek ji vê mehê de em qehremantiya şehîd Zîlan a li dijî faşîsta Tirk û kedên wê ji bo rêber Ocalan bi bîr tînin."

Cîhan Elî wiha domand: "Bi felsefeya rêber Ocalan em gihaştin vê rojê, çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan ne tenê ji bo jinên Kurd e, lê belê ji bo tevahî jinên cîhanê ye û rêya azadiyê li pş wan vekir."

Piştre endama Koordînasiyona Kongreya Star a Girê Spî Maya El-Elî peyama şehîd Zîlan ku beriya çalakiya fedayê nivîsandiye, xwend.

Her du civîn bi diruşmên silavkirina şehîdan û berxwedana jinanbi dawî bûn.

(fr)

ANHA