​​​​​​​Hêzên Ewlehiya Hundirîn hişyarî da: Ger kesên revandî neyên berdan em ê bersiv bidin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn hişyarî da çeteyên Dîfa El-Wetenî û diyar kir ku ger di nava saetekê de xwdiyên firoşgehên bazirganiyê ku li Sûka Navendî revandine bernedin, wê bersiveke tund bidin.

​​​​​​​Hêzên Ewlehiya Hundirîn hişyarî da: Ger kesên revandî neyên berdan em ê bersiv bidin
30 hezîran, 2021   12:59
HESEKÊ

Nûçegihanê me li Hesekê diyar kir ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn agahî daye hêzên hikumeta Şamê ku ger kesên ku li bajarê Hesekê ji aliyê çeteyên Dîfa El-Wetenî ve hatine revandin, neyên berdan, wê bersivên tund bidin.

Çavkaniyên ji hundirê Sûka Navendî ji nûçegihanê me re diyar kir ku çeteyan firoşgehên ku ên Kurdan e, dişkînin.

Nûçegihanê me da zanîn ku xwediyên firoşgehên bazirganiyê piştî derketina wan bûyeran, firoşgehên xwe û Sûka Navendî girtin.

ANHA