Şêniyên El-Cirin: Divê em bi yekitî li hember êrişên dagirkeran bisekinin

Şêniyên bajarokê El-Cirin ê girêdayî kantona Girê Spî ji bo destekdayîna berxwedana gerîla û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê meşek li dar xist.

Şêniyên El-Cirin: Divê em bi yekitî li hember êrişên dagirkeran bisekinin
30 hezîran, 2021   12:42
EYN ÎSA

Bi sedan şênî tevlî meşa ku ji gundê Bexdikê yê girêdayî bajarok dest pê kir, bûn û ber bi qada gund ve çû. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û silavkirina rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Di meşê de pankartên "Rêya we rêya me û armanca we armanca me ye" û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alaên QSD, PYD û Kongreya Star hatin hildan.

Meş li qada gund veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Hevserokê Meclisa Bajarokê El-Cirin Mehmûd El-Hecî axivî û berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrişên dewleta Tirk ên hovane, silav kir.

El-Hecî bêdengiya navneteweyî der barê sûcên dewleta Tirk de ên li hember gelên herêmê şermezar kir û anî ziman ku ew jî hevkarê dewleta Tirk di pêkanîna sûcên li dijî zarok û jinan de ye.

Paşê li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan a bajarokê El-Cirin Dicle Bozê berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir.

Her wiha cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo diyar kir ku dê gerîla li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bi ser kevin.

Mîtîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IXofXhcd00I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>