30 gardiyanan li girtiyeke jin xistin

Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, 30 gardiyanên mêr li Mizgîn Kayitbey xistin.

30 gardiyanan li girtiyeke jin xistin
30 hezîran, 2021   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata girtiya siyasî Mizgîn Kayitbey a li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê tê girtin diyar kir ku 30 gardiyanên mêr li keça wan xistine. Malbatê serî li ÎHD'ê da û xwest ku alîkariya hiqûqî bide wan.

Li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê ku dem bi dem îşkence û nêzîkatiyên xerab hene. Mizgîn Kayitbey ya li girtîgehê tê ragirtin roja ku ew dibirin dadgehê destpêkê bi rengê gotarî û piştre fîzîkî bi êrişa 30 gardiyanên zilam ve rû bi rû maye. Di encama êrişê de Kayitbey rakirin nexweşxane.

Ji bo tedawiya Mizgîn Kayitbey rakiribûn nexweşxanê, lê hîna tedawiya wê neqediya bû carek din ew vegerandin girtîgehê; Mizgîn Kayitbey di hevdîtineke xwe ya malbatê bi rêya telefonê re ragihand ku hevdîtina wê ya bi dozger re hatiye astengkirin, her wiha gotiye ji ber ku di laşê wê de pirsgirêkên mîna şikestina hestî, birîn, xwînrêjî û reş û talbûn heye rewşa wê nebaş e.

Ji ber vê yekê malbata wê kete nav liv û tevgerê, serî li ÎHD’ê Şûbeya Stenbolê daye û daxwaza alîkariya huqûqî kiriye. Li ser daxwaza malbatê Şûbeya Wan’ê ya ÎHD wê di nava vê hefteyê de biçe Girtîgeha Patnosê û bi girtiya siyasî Mizgîn Kayitbey re hevdîtinê pêk bîne.