Li rojhilatê Dêrazorê karesata kêmbûna avê mezin dibe

Ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê pompeyên avê nayên xebitandin, di encamê de xetere li ser zeviyên çandiniyê yên rojhilatê gundewarên Dêrazorê çêdibe û jiyana şêniyên ku ava xwe ya vexwarinê ji çem dibin û erdên xwe jî pê av didin, dixe xetereyê.

Li rojhilatê Dêrazorê karesata kêmbûna avê mezin dibe
28 hezîran, 2021   09:18
DÊRAZOR

Ji ber qutkirina ava Firatê ji hêla dewleta Tirk ve rêjeya ava Firatê 5 metreyan daket, di dîroka çem de ev cara yekemîn e ku av bi vî rengî dadikeve. Di encama vê yekê de pompeyên ku avê didin zeviyên çandiniyê naxebitin.

Berdevkê komperatîfên çandiniyê li rojhilatê gundewarên Dêrazorê Wail Ebdulezîz têkildarî mijarê got: "Stasyonên zeviyên çandiniyê av didin, di demên dawî de gelek caran naxebitîn, li ser vê yekê rûbereke mezin ji erdên avî zuha bûn."

/ar/uploads/files/2021/06/28/084409_wael-abd-alazyz-28229.webp

Wail Ebdulezîz ev li gotina xwe zêde kir: "Em îro zehmetiya kişandina avê ji ava Firatê ji bo zeviyên çandiniyê dikişînin, ji ber ku çem zêdetirî 300 metreyan dûrî pompeyan e. Ji lew re em berê xwe didin xerazeyan."

Ebdulezîz diyar kir ku rûberên erdên avî  bi rêjeya ji sedî 70 kêm bû û got: "Dewleta Tirk fişarê bi rêya şerê avê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Em vê yekê şermezar dikin, ji ber sûcekî derexlaqî û dermirovî ye. Lê bi bêdengiya navneteweyî re diyar dibe ku peymanên navneteweyî yên hevbeş hene."

Cotkarên rojhilatê gundewarên Dêrazorê ji bo avdana zeviyên xwe, komperatîfên çandiniyê bi kar tînin û xwe dispêrin ava Firatê, ji ber ku sûdê dide rêjeyeke mezin ji kesên ku di qada çandiniyê de dixebitin.

Girîngiya van komperatîfan ew e ku makanîzmeyeke baş a pêkanîna armancên geşepêdana çandiniyê ya gundewar e û hilberînê jî xurtir dike.

Hejmara komperatîfên aktîf ên li herêmê yên 2020`an anku beriya rêjeya ava Firatê kêm bibe, 28 komperatîf bûn û li gundewarên rojhilat ku ji Ebû Hemam dest pê dike û heta Baxozê dewam dike, zêdetirî 25 hezar donimî av dida.

Li bajarojê Hecînê 7 komperatîf hene, li bajarokê Xirînêç 5, li gundê Ebû Hemam 4, li gundê El-Keşkiye 5, li gundê El-Şefe 2 û li bajarokê Baxozê jî yek heye.

Têkildarî mijarê cotkarê bi navê Hemûd El-Ewîn ê ji rojhilatê gundewarê Dêrazorê ji ANHA`yê re axivî û got: "Ji ber kêmbûna avê em zehmetiya avdana zeviyên çandiniyê dikişînin, ji westandinê û zehmetiyan bigire û heta bi lêçûnên bilind ku ew jî barên me giran dikin, ew jî ji ber em xwe dispêrên bîran û şûreya avê dibe sedem ku berhem baş dernekeve."

/ar/uploads/files/2021/06/28/084329_hmwd-alawyn.webp

El-Ewîn wiha domand: "Li gel me zeviyên şûv hene, lê îro em nikarin biçînin, ji ber dûrbûna di navbera wan û ava Firatê de, ji lew re em neçar man ku zeviyên nêzî çem kirê bikin, da ku bikarin biçînin û av bidin, di encamê de lêçûn li ser me bû du qat."

El-Ewîn wiha anî ziman: "Piştî ku min zeviyên xwe yên dûrî çemê Firatê çand, min tenê carekê av da û piştre av kêm bû. Bi wê re min nikarî carên dîtir av bida û zuwa bû û ez neçar mam ku bi lêçûna dema çandiniyê bifiroşim."

El-Ewîn di dawiyê de got ew bi hêvî ye ku demeke nêz çare ji kêmbûna rêjeya ava Firatê re were peydakirin, ji ber ku cotkarên li herêmê bi giştî xwe dispêrin sewalkarî û çandiniyê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qM53FRS2a_k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>