Rojnamevanekî siûdî: Kampa Holê li bendê ye ka dê kî pêxe

Rojnamevan û nivîskarê siûdî Mişarî El-Zayidî got pirsgirêka kampa Holê ji ber şaşiyên rejîma Sûriyê û Îranê li Sûriyê û Iraqê û kîna dewleta Tirk derket û dibe ku bibse sedema gelek aloziyên mezin.

Rojnamevanekî siûdî: Kampa Holê li bendê ye ka dê kî pêxe
28 hezîran, 2021   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevanê ji Erebistana Siûdî behsa xebatên mirovî kir û gotina berpirsê siûdî yê navenda El-Melik a alîkariyê Dr. Abdullah El-Rebîha bi bîr xist û got: "Xebatên mirovî nexasim li dewletên Kendavê ji aliyê şepêlên îslama siyasî ve dihatin hedefgirtin ku xebatên mirovî demeke dirêj li tevahî cîhanê keysbaz kir. Her wiha xebatên mirovî û alîkarî wek perdeyekê bi kar dianîn da ku ajindeyên xwe yên siyasî û encamên biguman ferz bike."

Rojnamevan di gotareke xwe ya rojnameya Şerq El-Ewset de bal kişand ser rewşa kampa Holê û got: “Bermîlek dagirtî ye ku li bendê ye ka dê kî pêxe."

Têkildarî derketina vê pirsgirêkê rojnamevanê siûdî wiha axivî: "Ji malzaroka şaşiyên berê derket. Şaşiyên ku rejîma Sûriyê, xirabûna Îranê li Sûriyê û Iraqê û kîna Tirkiyê, derket holê. Li pey van hemûyan jî Rûsya, Amerîka û tevahiya dewletên rojavayî hene."

Rojnamevan wiha domand: "Em bi bîr bixin ku piraniya kesên di kampê de ne, biyanî ne ji Almanya, Belçîka û Fransa û hwd. Her wiha ji dewletên Ereban jî hene û ew dewlet red dikin wan kesan vegerînin."

Rojnamevan Mişarî El-Zayidî di gotara xwe de gotina lêkolîner Xorşîd Delî bi bî xist ku dibêje: "Kes nikare teqîna bombeyê di kampa Holê de misoger neke ku wê di rûyê her kesî de biteqe."

(bx)