Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 14 kesên din bi vîrusa koronayê ketine. 

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 kesên din bi koronayê ketin
28 hezîran, 2021   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi korona ketine, 9 mêr in û 5 jî jin in  û li van herêman in: 

Hesekê: 6

Qamişlo: 4

Dêrik: 2

Reqa: 1

Kampa Holê: 1

Bi vî awayî hejmara pêketiyên korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 18 hezar û 490 kesî, ji wan 763 kesan jiyana xwe ji dest dane û û hezar û 865 kes jî baş bûne.

ANHA