Cara yekemîn werzîşa hilkişînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Cara yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werzîşa hilkişînê pêk tê. Bi dehan zarok û ciwan ji Kluba Cûdî ya girêdayî Yekitiya Werzîşê ya Rimêlanê tev lê bûn.

Cara yekemîn werzîşa hilkişînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
28 hezîran, 2021   07:47
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ

Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê, werzîş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî berbiçav bi pêş dikeve.

Cara yekemîn li bajarokê Rimêlanê yê herêma Cizîrê werzîşa hilkişînê (çiyagerî) bi tevlêbûna bi dehan zarok û ciwanan li Kluba Cûdî ya girêdayî Yekitiya Werzîşê tê lidarxistin.

Li gorî berpirsên klubê ku armanc ji werzîşa hilkişînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek rêyeke rizgarkirinê ji şerê psîkolojîk li gel zarok û ciwanan, her wiha geşkirina behreyan li gel zarok û mezinan e.

Klub rojên pêncşem û înê vekirî ye. Perwerdekar waneyên hilkişînê didin zarokan. Perwerdekar Mihemed Idrîs di vê derbarê de wiha got: "Ji beriya 2 mehan ve em zarok û ciwanan fêrî werzîşa hilkişînê di Kluba Cûdî de dikin. Em destekê didin wan ku behreyên xwe yên werzîşê xurt bikin."

Her wiha Vîn Besam Mihemed (10) ku ji bajarokê Rimêlanê ye û fêrî werzîşa hilkişînê dibe, got: "Ji beriya 2 mehan ve ez fêrî vê werzîşê dibim. Ez ji vê werzîşê pir hez dikim û ez pir kêfxweş im.”

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/08PrlKD5lEY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>