Revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê li Başûr kete roja 19`an

Hêzên ewlehiyê yên PDK`ê beriya 19`ê rojan nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên PYD`ê dema berê xwe didin balafirgeha Hewlerê da ku mêvanan pêşwazî bikin, revandin.

Revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê li Başûr kete roja 19`an
28 hezîran, 2021   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz dema berê xwe didan balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanan pêşwazî bikin, revand.

Ji wê demê de hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê tevî xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD`ê, cihê endamên revandî û sedema revandina wan, diyar nekiriye.

Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di roja yekemîn ji revandina nûneran de daxuyaniyek da û têde got: "Em dibînin ku ev tedbîr gengeşiyê zêde dike û rêya diyalogê lewaz dike. Ji ber wê jî em hêvî dikin ku tu aliyên Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de li pey tu projeyên provekasyonê ku dewleta Tirk birêve dibe da ku Kurd xwe bi xwe şerê hev bikin, neçe." Her wiha daîreyê banga eşkerekirina çarenûsa endamên ku hatine revandin kir.

Di 7`ê Hezîranê de PDK`ê ciwanê bi navê Ciwan Ebdulkerîm El-Mihemed û dayika wî ku ji bo dermankirinê berê xwe dabûn Başûr, girtin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

(bx)

ANHA